Li Başûr qatilkrasî heye

Şemî 14 Tebax 2021 - 03:45

  • Di salvegera 5'an a qetilkirina rojnamevan Wedat Hisên de rojnamevanên Hewlêrê dibêjin, qetilkirina wî ji bo bêdengkirina dengê azadiyê li Başûr bû û heta ku kujer neyên cezakirin, mirov nikare behsa demokrasiyê li Başûr bike.

Li Başûr qatilkrasî heye

Rojnamevanên Hewlêrê qetilkirina rojnamevan Wedat Hisên weke, bêdengkirina fikra azad a li Herêma Behdînanê binav dikin û dibêjin; “Desthilat pênûsekê qetil dike, bi dehan pênûs cihê wê digirin. Heya kujerên rojnamevan Wedat Hisên neyên cezakirin, divê hikûmet behsa demokrasiyê li Herêma Kurdistanê neke.” 

Di ser qetilkirina rojnamevan û nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên re 5 sal derbas bûn. Wedat Hisên 13 Tebaxa 2016’an li Dihokê bi êşkenceyeke hovane hate şehîdkirin. Beriya bê şehîdkirin hêzên PDK´ê gef lê xwaribûn. Heta niha jî ti kes ji ber vê cinazeta siyasî nehatiye dadgehkirin. Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê, derbarê qetilkirina Wedat Hisên de ji Rojnews re axivîn.

Rojnamevan Hejar Enwer dibêje, "Li gorî desthilatê bi êriş û bêdengkirina rojnamevanan, wê dengê azad bêdeng bibe. Çi dema ku pênûsek azad were bêdengkirin, bi dehan pênûsên din radibin û bihêztir dibin. Desthilat di bêdengkirina pênûsa azad de bi bin ketiye, ji ber ku çiqas rojnamevan bên bêdengkirin, rojnamevanên bihêztir derdikevin holê û li hemberî bê edaletiyê kar dikin. Ji bo vê pêwîst e desthilat bikaranîna danûstandina bi rojnamevanan re fêm bike."

Mesûd Barzanî soz dabû

Rojnamevan Ebdulwehab Ehmed jî dibêje, "Ev 5 sal in ku kujerên Wedat Hisên nehatine eşkerekirin, dema ku Wedat hat qetilkirin, Mesûd Barzanî serokê herêmê bû. Wê demê Barzanî soz dabû ku kujerên Wedat ceza bike, lê ev 5 sal in, li ser vê mijarê kes nehatiye binçavkirin jî. Pêvajoya cezakirina rojnamevanan ya li herêmê dewam dike, rojane em bi çavê xwe dibînin, rojnamevan têne girtin û êşkence li wan tê kirin."

Desthilat hizbî ye

Rojnamevan Koçerî Elî jî dibêje, "Pêwîst e parlamena Herêma Kurdistanê bi erkê xwe rabe û kesên Wedat terorkirine, bide girtin. Ji ber ku kuştina rojnamevan û ne girtina kujeran, Herêma Kurdistanê dixe lîsteya reş û azadiya rojnamevanan dikeve bin metirsiyê. Ne girtina kujerên Wedat Hisên, diyar dike ku hikûmet di bin desthilata hizbî de ye û hinek kes serwer in."

Qatil neyên girtin demokrasî nîne

Rojnamevan Nebez Reşad jî dibêje, "Nabe ku Hikûmeta Herêmê behsa demokrasî û wekheviyê bike. Ev 5 sal in Wedat Hisên hatiye qetilkirin, heta niha jî kujer nehatine binçavkirin. Ji bo îspatkirina hebûna demokrasîyê ya li Herêma Kurdistanê, divê kujerên Wedat Hisên werin cezakirin. Armanca qetilkirina Wedat Hisên, qutkirina dengê azad ya li herêma Behdînanê bû."

Hêzên PDK´ê biryar dabûn

Beriya pênc salan 13´ê Tebaxa 2016´an, rojnamevan û nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên, li Dihokê ji aliyê destên tarî ve hat qetilkirin. Qetilkirina Wedat, weke peyameke desthilatê ji bo bêdengkirina dengên azad û nerazî yên li Behdînanê tê nirxandin. jixwe îro jî bi girtin û êşkencekirina li rojnamevan û çalakvanan zextên li ser dengên azad li Behdînanê dewam dike.

Berhem Letîf ji Rojnewsê ji bo Wedat dibêje, ew "ne tenê pênûsek bû hat şehîd xistin, ne tenê dengek bû li Behdînanê hat qetilkirin. Belku qetilkirina Wedat destpêka şanogeriyeke tehl bû ku heta îro jî zilm di vê şanoyê de bi roleke sereke radibe û her beşeke vê şanogeriyê jî zincîrek e, li milê azadîxwazan tê alandin."

Şehîdkirina Wedat Hisên weke nîşana pêşî bû ji bo bêdengkirina dengên azad ên li Behdînanê. 

Berhem Letîf dibêje, "Ji roja ku PDK’ê desthilata xwe bi ser Dihok û herêma Behdînanê de daye ferzkirin ta îro, ev dever bûye cihê xwînrijandina pênûs û dengên azadîxwazan. Xeleka yekem a vê zincîrê bi şehîdkirina Elî Şeban dest pê kir, bi şehîdxistina Reuf Akreyî, Sadiq Sindî dewam kir ta qetilkirin Wedat û Şukrî Zeynedîn jî dirêj bû."

Qetilkirina Wedat Hisên li gorî Berhem Letîf "Nexşe û pîlana qetilkirina Wedat ji aliyê serkirdeyên payebilind ên wê hizbê ve hatibû danîn, da ku peyamekê bidin dengên azad ên li Dihok û Behdînanê."

Hêzên PDK´ê li Dihokê gelek caran beêa xwe li Wedat dabûn, lê ji ber ku Wedat red kir bi wan re kar bike, asayîşa Dihokê jêre gotibû, “Êdî çareseriya te li cem me nema.” Ev jî dikare weke biryara qetilkirina wî bê dîtin.

Bi êşkencê şehîd kirin

Sibeha 13’ê Tebaxê li Taxa Melta ya Dihokê du wesayîtan Wedat revand. Piştî bi nîv saetê bi birîndarî ku hovane êşkence lêhatibû kirin, hate dîtin. Wedat ji ber birînên xwe û êşkenceyê heman rojê li nexweşxaneya Dihokê şehîd bû. Cenazeyê wî li goristana Dihokê hate veşartin.

Bi êşkenceyê jî PDK´ê peyam dida: Her deh tiliyên wî zindî şikandibûn û birîna çend kêran li ser bedana wî hebû.
Ji ber ku biryar a PDK´ê bû, heta niha ti kes ji ber şehîdkirina Wedat Hisên nehatiye girtin û cezakirin.

Îro jî PDK ji helwêsta xwe ya li dijî dengên azad nehatiye xwar. Ev qederê du salan e ku zêdetirî 70 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê yên li dijî dagirkeriya Tirk, bi behaneyên cuda cuda hatine girtin û cezakirin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.