Li Başûr erd hejiya

Sêşem 12 Îlon 2023 - 00:27

Rêveberiya Erdhej û Meteorolojiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehên Kerkûk û Duhokê 3 erdhejên cuda çêbûne.

Rêveberiyê diyar kir ku erdheja destpêkê bi 3.7 pileyan di saet 00:43’yan de li Tuzxurmatuyê hatiye tespîtkirin.

Heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li başûrê rojhilatê Duhokê jî di saet 00:44’an de bi pileya 4.6 erdhej pêk hatiye.

Rêveberiya Erdhej û Meteorolojiyê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku li başûrê rojhilatê Duhokê bi pileya 3.1 erdheja sêyem rudaye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.