• Hikûmeta Iraqê êdî dikare rasterast mûçeyên parêzgehan ji budceya Hewlêrê bibirre, her wiha madeya 14’an di warê dahata ji petrolê de erka çavdêriyê dide Bexdayê. Piştî pesendkirina yasayê PDK û YNK hevdû sûcdar kirin. 

Pejirandina yasaya kontrolkirina bûdceya Hewlêrê ji alî Bexdayê ve, nakokiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) zêdetir kûrtir kir. Lê tesîrên pejirandina vê yasayê û nakokiyan her du partiyan li ser xelkê Başûrê Kurdistanê jî çêbin. Her wiha herî dawî Reutersê ragihand ku nêzîkî 3 meh in hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin û di vê navberê de 2 milyar dolar zerer çêbûye. 

 

Xala 14'an ji me re çi dibêje?

Piştî nîqaşên 3 rojan ên li ser pêşnûmeya qanûnê ya li meclîsê, di dengdana 11'ê Hezîranê de xala 14'an a ku ji bo Kurdan pir girîng bû, hate qebûlkirin. Ev budceya 3 salan a Iraqê bi giştî ji 68 madeyan pêk tê. Madeya 14’an ji ber minaqeşeyan 5 caran ji aliyê Komîsyona Darayî ve hat guherandin. Di benda a ya xala 8´an a madeyê, li ser mûçeyên karmend û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Di benda b ya heman xalê de dibêje, heger benda (a) neyê bicihanîn, tedbîrên pêwîst wê bên girtin, wezîfeya fînansekirina parêzgehan jî dikeve ser milê Serokwezîrê Iraqê. Ev benda hanê nexasim li ser israra YNK’ê hatibû qebûlkirin. Yanî heger Hikûmeta Hewlêrê mûçeyan nede, Hikûmeta Iraqê dikare rasterast mûçeyên parêzgehan ji budceya Hewlêrê bibirre û bide. Her wiha madeya 14’an di warê dahata ji petrolê de erka çavdêriyê dide Bexdayê. Bi yasaya bûdceyê êdî dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê dê di bin kontrola Bexdayê de be. Li aliyê din Kurdan dixwazin ku bankayeke Hewlêrê ji aliyê komîteyeke hevbeş ve bê kontrolkirin. YNK’ê bi hevbeşî ligel Şîeyan kir da ku madeya 14 were pesendkirin, ku tê de “desthilatdariya bûdceya parêzgehan ji bo serokwezîrê Iraqê were veguhestin” hebû. Piştî pesendkirina yasayê PDK û YNK hevdû sûcdar kirin. 

 

YNK dibêje me ji bo silameta gel wisa kir 

Piştî pejirandina yasayê Serokê PDK Mesûd Barzanî 11’ê Hezîranê li ser malpera xwe daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Wî got, yasaya bûdceya pesendkirî gefê li Herêmê Kurdistanê dixwe. Mesûd Barzanî nav neda lê di peyama xwe de YNK wekî 'firoşkar' bi nav kir. Wî got: “Bûyerên Parlamentoya Iraqê, rûyê rastî yê partiyên şovenîst û firoşkaran û hemû aliyên ku rêzê li soz û îmzeyên xwe digirin û rêzê li binemayên destûrê nagirin, eşkere kir.” Wekî din jî gelek kes û dezgehên PDK’yî, YNK bi 'xiyanet' û 'firoşkarî' sûcdar kir. Piştî wan YNK’ê jî li ser malpera xwe ya fermî PUK Media daxuyaniyek belav kir. YNK got, berevajî PDK’ê, bi pesendkirina madeya bûdceya parêzgehan, hemû parêzgeh dê ji bûdceyê sûd werbigirin. Bi awayekî gelek baştir”. Bi kurt û Kurmancî YNK jî dixwaze bêje ji pesendkirina vê bûdceyê xelkê Başûr sûd werbigire. Ji ber li Başûr dayîna mûçeyan ne birêkûpek e û pirsgirekek e ku bi salan e dewam dike. Lê gelek şîrovekar jî dêhna xwe didin aliyê siyasî a vê meselê û dibêjin ''Ev yek bypasskirina Hewlêrê ye''. Pêr jî Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da ku zimanê wî li gorî Mesûd Barzanî nermtir bû. Wî jî digot: “Tişta ku me di dema gengeşekirina bûdceyê de dît, cihê dilgiraniyeke kûr bû û careke din wê rastiyê îspat dike ku parçebûna aliyên Kurdistanî dê zirarê bide Herêma Kurdistanê. Lê tevî vê jî, bi îradeya siyasî ya hevbeş û li berçavgirtina berjewendiya giştî, em dikarin vê derfetê ji bo bihêzkirina baweriya hevbeş, baştir birêkxistina karûbarên navxweyî, kêmkirina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan ji bo bihêztirkirina Iraq û Herêma Kurdistanê bikar bînin.” 

 

2 milyar dolar zerer

 Reutersê jî ragihand ku nêzîkî sê meh in hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin û di vê navberê de 2 milyar dolar zerer çêbûye. Her wiha diyar kir ku biryare Iraq û Tirkiye di destpêka heftiya bê de li ser destpêkirina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê, dest bi guftûgoyan bikin. Reutersê diyar kir ku biryare Iraq û Tirkiye di destpêka heftiya bê de li ser destpêkirina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê, di warê teknîkî de dest bi guftûgoyan bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di 25’ê Adarê de Dadgeha Lihevanînê ya Navneteweyî ya Parîsê li ser giliya Iraqê, biryar dabû ku êdî Herêma Kurdistan bêyî destûra hikûmeta Iraqê neftê hinardeyî Tirkiyeyê neke. Piştî biryarê jî hinardekirina nefta xam ya Herêma Kurdistan ku rojane nêzî 450 hezar bermîl ji bo Tirkiyeyê diçû, hat sekinandin.

Tirkiye ji sala 2014’yan ve rê dide Herêma Kurdistanê neftê bi rêya bendera Ceyhanê neftê hinarde bike. Li ser vê yekê Dadgehê biryar da ku pêwîste Tirkiye qasî 1,5 milyar dolar tazmînat bide Iraqê ku rê daye Herêmê bi serixwe neftê hinarde bike. 

NAVENDA NÛÇEYAN