• Pêr bi şev baregeha artêşa Tirk a dagirker a li bajarokê Zîlkan ê ser bi Başîkayê, bû hedefa êrişan.

Pêr bi şev baregeha artêşa Tirk a dagirker a li bajarokê Zîlkan ê ser bi Başîkayê, bû hedefa êrişan. Di encama êrişê de 2 leşkerên Tirk tevî endazyarekî Iraqî hatin kuştin. Ev agahî ji çavkaniyekî agahdar hatine wergirtin.

Her wiha Ketîbeya bi navê Ehrar Sincar (Azadiya Şengalê) berpirsyariya êrişê girt ser xwe. Berdevkê Ehrar Sincar, Derman Tawusmelek di daxuyaniyeke ji bo malpera Elxed de got, “Me baregeha dagirkerên Tirk a li Başîqayê kir hedef”. Hat zanîn ku êriş bi çar balefirên bê mirov pêk hatiye. Berdevkê Ehrar Sincar diyar kir ku êrişa wan bersiva destdirêjiyên dewleta Tirk ên li dijî xaka Iraqê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN