Li Barcelonayê Festîvala Filmên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 12 Kanûn 2021 - 23:06

  • Festîvala Sînemaya Kurdî ya 6'an a li Barcelonayê ku beriya sê rojan dest pê kir, bi nîşandana filman û bi panelan dewam dike.

Festîvala Sînemaya Kurdî ya 6'an a li Barcelonayê ku beriya sê rojan dest pê kir, bi nîşandana filman û bi panelan dewam dike.

Di çarçoveya festîvalê de panelek li ser Jineolojiyê hate lidarxistin.

Di festîvalê de her wiha li ser rewşa Kurdistanê, berxwedana gerîla, êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' axaftin hatin kirin.

Di çarçoveya festîvalê de duh êvarê filmên bi navê "Nûdem", "Jinên mala me" û "Rûpelên sor" hatin nîşandan.

Festîvala ku îsal diyarî derhênerê şehîd Halîl Dag hatiye kirin, 10'ê Kanûnê bi fîlma "Eyna Bejnê" ya Halîl Dag dest pê kiribû.

BARCELONA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.