Li Bane kolberek hate qetil kirin

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:51

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku pêr êvarî hêzên rejîma Îranê li herêma ser sînorê Bane êrişî komeke kolber kirine û di encamê de kolberek Kurd ê xelkê Seqiz ê bi navê Cenfer Ferecye yê 40 salî hatiye qetil kirin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku sala borî zêdetirî 30 kolber ji aliyê hêzên rejîmê Îranê ve hatine kuştin û nêzî 270 kolber jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.