Li Bane çi diqewime?

Duşem 11 Nîsan 2022 - 22:18

  • Hêzên rejîma Îranê li Baneyê du bira kirin nezaretê, pênc kesên din ên ku hêzên rejîmê ew revandin, aqûbeta wan nediyar e. 

Hêzên rejîma Îranê li Baneyê du bira kirin nezaretê, pênc kesên din ên ku hêzên rejîmê ew revandin, aqûbeta wan nediyar e. 

Hat zanîn ku hêzên rejîma Îranê şemiya bihurî du welatiyên Kurd ên Baneyê li Rojhilatê Kurdistanê kirine nezaretê û ber bi devereke nediyar ve birine. Ev her du welatî birayên hev in. Yek jê Rêbîn Rîşî ye û yê din jî Ramîn Rîşî.

Li gorî çavkaniyeke agahdar ji ajansa Kurdpa re ragihandiye, Rêbîn Rîşî dukana dirûnê dixebitîne û birayê wî Ramîn Rîşî sertraş e. Li gorî hat zanîn, hêzên rejîmî her du li dikanên wan yanî li sêrêya Hemzeava ya Baneyê bêyî ku ti belgeyên qanûnî nîşan bidin, kirine nezaretê.

Çavkaniyê agahdar ji Kurdpa re got, “Ew du bira, piştî ku kirine nezaretê ber bi cihekî nexuya ve hatine veguhastin û aqûbeta wan nediyar e”.

Aqûbeta pênc kesan nediyar e

Li Baneyê zilma rejîmê ne tenê ev bû. Hêzên rejîmê beriya çendekê 5 welatiyên Kurd Refîq Pizîşkî, Bêhzad Pizîşkî, Kerîm Pizîşkî, Se`îd Reşîdî û Cemal Murwetî yên ji Baneyê kiribûn nezaretê, lê hîna jî aqûbeta wan ne zelal e. Li gorî çavkaniyên cihî ew li hepsa Sinê tên ragirtin.

Çavkaniyeke agehdar ji Kurdpa re gotiye, di dema ku di nezaretê de bûn, her pênc welatî jî ji mafên xwegihandina parêzer hatine bêparkirin û heta niha jî nehatine dadgehkirin.

Heman çavkaniyê gotiye, îdareya îstîxbarata Îranê Îtila`atê ya li Sineyê li ber rabûye û nehiştiye ku her pênc welatî di berdêla kefalet û barimteyê de bên berdan. Her pênc welatî beriya bi çar hefteyan ji hepsa Îtlaetê veguheztibûn hepsa navendî ya Sineyê. Her pênc Kurdên ji Baneyê bi “hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” tên tohmetbar kirin.

Her pênc welatî 11´ê Adarê bêyî ku belgeyeke qanûnî bê nîşandan hatibûn girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.