Li Balekayetî îstîlaya kuliyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 28 Hezîran 2024 - 00:59

Îsal hejmareke zêde ya kuliyan li bax û baxçeyên hinek gundên Balekayetiyê derketine û ziyaneke mezin gihandine berhemên cotkaran. Cotkar bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo ziyanê nebînin seferberiyeke berfireh ji bo belavkirina dermanan bide destpêkirin.

Hinek cotkarên Balekayetiyê derbarê pêla zêde ya kuliyan ku berê xwe dane devera Balekayetiyê behsa ziyanên ku gihandine zeviyên cotkaran kirin.

Zirar Hemed got:“Derketina vê cureyê kuliyê ziyaneke mezin gihandiye çandinî û baxçevaniya Balekayetiyê. Heta ew qas zerer dane ku cotkaran li piraniya gund û cihên Balekayetiyê karê xwe yê cotkariyê rawestandine.”

Faxir Selîm jî got:“Niha zeviyên min hatine cotkirin û ji bo çandiniyê amade ne. Lê belê ji ber hejmara zêde ya kuliyan nekarim şitlan biçînim.”

Ev curê kuliyan rengê zer û reş heye û salane ji nîvê werza biharê û şûn ve li baxçeyên gundên Balekayetiyê derdikevin. Ji ber hejmara zêde ya van kuliyan, rêjeya wan sal bi sal zêdetir dibe. 

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.