Li Balekayetî goreke 1800 salî

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Gulan 2023 - 15:09

Li gundê Mawan ê ser bi bajarokê Simîlanê yê navçeya Çomanê, şûnwarekî arkeolojîk hat dîtin; ew jî goreke di şiklê keştiyekê de ye û xaçek li ser hatiye danîn. Dîroka gorê digihije destpêka derketina holê ya dînê Xirîstiyaniyê, ango ev tabût a ji beriya 1800 salan e.

Rêveberê Giştî yê Bermahiyên Dîrokî yê Soran Ebdulwehab Silêman got, tîmên arkeolojiyê li vê gorê lêkolînê dikin, piştî vê dîroka dirêj, ji ber bandora avhewaya herêmê hestiyên mirovan mane û got, “Derketina vê gorê li vê herêmê, gelekî giring e. Ji ber ku herêm herêmeke giring a dîrokî ye ku beriya hezar salan lê jiyan û çandinî hebû. Ev gor, vedigere rojên destpêkê yên Xirîstiyaniyê ji ber ku awayê veşartina mirov, wiha nîşan dide.”

 

Gor ya jinekê ye

Her wiha Arkeolog û mamostayê zanîngehê, Tuwana Ebubekir jî diyar kir ku li gorî gorê, ev gora jinekê ye, lê ji ber ku ti kelûpelên wê tine bûn, ne diyar e di kîjan astê de jiyana wê hebû, lê bi giştî ev gor, wê ji bo xebatên arkeolojîk û diyarkirina dîroka jiyanê ya li Kurdistanê gelekî giring be.

Hêjayî gotinê ye ku li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 125 herêmên dîrokî hatine qeydkirin. Tenê li herêma Soran û sînorê her 5 bajarokên Soran, Mêrgesor, Rewanduz, Çoman û Sîdekanê 900 cihên dîrokî hene. Lê ji ber nebûna mûzexaneyeke li herêmê, şûnwarên arkeolojîk li derve nayên naskirin.

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.