Rojnamevan Erdogan Altan di gotara xwe ya Ajansa Nûçeyan Firatê de dibêje, di civîneke taybet a 27’ê Cotmehê li avahiya Mesûd Barzanî, biryara ”Operasyona Garê” hatiye dayîn. Piştî civînê, liv û tevgera PDK’ê ya li hemberî Garê û Şengalê, zêde bûye.
Li gorî agahiyan Altan; 27’ê Cotmehê tevî heyeta îstixbarata Tirkiyeyê li avahiya Barzanî ya li Durê civîn. Civîn bi serokatiya mesûd Barzanî hatiye kirin û 3 saetan dewam kiriye, ji bo Garê biryara operasyonekê hatiye girtin. Di civînê de, di çarçoveya operasyona hevpar ya Tirkiye-PDK’ê de cihên ku dê PDK lê bên bicihkirin hatine diyarkirin. Partiy Yekîtiya Niştimanîya Kurdistan (YNK) tevli vê civînê nebûye û di civînê de ji bo YNK jî daxilî pêvajoyê bibe biryar hatiye girtin ku hevdîtinek bi Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî re bê kirin. 
Hêzên Gulanê yên bi awayekî taybet hatine perwerdekirin û girêdayî kurê Mesûd Barzanî Mensûr Barzanî ne, ji 25’ê Cotmehê ve ber bi bajaroka Dînartê ya navçeya Akrê ya Duhokê ve tên şandin. Ji bo hêzên PKK’ê bên dorpêçkirin li Çemankê, Bebadê, Şermînê û Bakrimanê nuqte tên avakirin. 
Di vê çarçoveyê de PDK li gundan civînan dike; nuqteyên nû yên eskerî ava dike. 
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan du meh berê bi hin rayedarn hikûmeta navendî ya Iraqê û heyeteke PDK’ê re civînek çêkiriye û di civînê de derbarê Şengal, Mexmûr û Kerkûkê de hin plansazî kirine û di çarçoveya van plansaziyan de hatiye xwestin ku ji bo rêveberiya xweser a Şengalê bê tasfiyekirin divê Pêşmergeyên Roj bişînin Şengalê û ambargoya li ser Kampa Mexmûrê hîn bêtir bê jidandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN