Li Atînayê gotin: ‘Kujer Erdogan’

Şemî 9 Kanûn 2023 - 00:29

Kurd û dostên wan li paytexta Yewnanistan Atînayê Tayyîp Erdogan protesto kirin ku bi fermî serdana Atînayê kir. Çalakger li Qada Academia hatin ba hev. Înîsiyatîfa Ji Bo Rojava Rabe Ser Piyan, anarşîst û şoreşgerên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiya Kurdan. Di çalakiyê de pankarta “Kujer Erdogan” û “Li Kurdistanê qirkirinê rawestînin” hate vekirin. Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di çalakiyê de faşîzma Erdogan û tifaqa şer a navneteweyî hate protestokirin û bal hat kişandin ser têkoşîna hevpar a gelan a li dijî êrîşên qirkirinê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.