Li Amêdî û Kanî Masî sewqiyat

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 01:55

Li herêmên di bin serweriya PDK’ê de amadekariya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên ji bo tevgereke berfireh a dagirkeriyê sewqiyeta wesayîtên zirxî û çekan dewam dike.

Pêr bi derengiya şevê karwaneke leşkerî ya artêşa tirk a dagirker, bi çekên giran û wesayîtên zirxî, ber bi bajarokê Amêdiyê yê Dohukê ve çû. Lê nehat zanîn bê ka ev leşkerên tirk ên dagirker, ji kuderê hatine û çawa derbasî başûr bûne. Hêjayî gotinê ye, pêr karwaneke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker, ber bi Kanî Masî ve jî çûbû. Leşkerên Tirk ên dagirker li herêmên ku PDK lê serwer e, bi rehetî tevdigerin û PDK nahêle ku kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe derbixe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.