Li Amedê bi pêşengtiya ciwanên zanîngehê, Rojên Sînemaya Kurdî ku dê li avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bên nîşandan, dest pê kirin. Di çarçoveya Rojên Sînemaya Kurdî de filmê “Şeva 12 Salî (La Noche De 12 Años)” hat nîşandan. Piştî temaşe kirina film, temaşevanan derbarê film de nîqaş kirin û şîroveyên xwe anîn ziman.
“Şeva 12 Salî”, çîroka 3 girtiyên siyasî ku 12 salan di hucreyê de dimînin vedibêje. Di sala 1973'an de Ûrûgûay ji aliyê dîktatoriya leşkerî ve dihat birêvebirin. Şevek payîzê sê girtiyên siyasî ku di hucreyê de û di bin kontrola dewletê de dimînin, bi operasyoneke veşartî ji hucreyên xwe yên girtîgehê birin cihekî nediyar. Ev der, hucreyên wan in ku ew ê 12 salên xwe yên dawî lê derbas bikin. Tişta ku dixwazin bê kirin diyar e, dê girtî neyên kuştin lê dê dîn û har bibin. Di nav girtiyên ku di hucreyên xwe yên nû de mehkûmê dînîtiyê hatiye kirin, Jose Pepe Mujica jî heye ku piştî gelek salan bû Serokkomarê Ûrûgûayê.
Serpêhatiyeke rasteqîn e
Film ji serpêhatiyeke rastîn hatiye vegirtin û ji hêla derhêner Alvaro Brechner kiriye. Senaryoya film ji aliyê derhêner Brechner ve hatiye nivîsandin û di lîstikê de navên wekî Antonio de la Torre, Chino Darín, Soledad Villamil, Alfonso Tort, César Troncoso, Silvia Pérez Cruz cih digirin. Derhêneriya dîmen Carlos Catalan dike û muzîkên film jî, ji hêla Federico Jusid ku di heman demê de muzîka filmên wekî Loving Pablo Escobar, The Hunter's Revenge, Trap û Anne derxistiye, hatiye çêkirin.
Bername piştî nîqaşan bi dawî bû. Li aliyê din di çarçoveya Rojên Sînemaya Kurdî de dê her hefte filmekî cuda were nîşandan.
MA/AMED