Komeleya Ekolojiyê ya Amedê “Rojên Filmên Ekolojiyê” dê li Amedê cara duyem li dar bixe. Filmên di bernameya rojên filman de cih digirin, dê di navbera 22 û 24’ê Îlonê de li kafeya bi navê “Hewş” û li “ZarokMa”yê werin nîşandan.
Di bernameya “Rojên Filmên Ekolojiyê” de bi giştî 10 film dê werin nîşandan. Bername ji kurtefilm û belgefilman pêk tê. Her wiha dê derhênerên filman jî tevlî nîşandanan bibin û li ser filmên xwe bipeyivin.
Cultur CIVIC ku foneke Yekîtiya Ewrûpayê ye, piştgiriyê dide “Rojên Filmên Ekolojiyê”.
Filmên di bernameyê de dê her roj di nabera 18.00 û 21.00’an de werin nîşandan.
Filmên di bernameyê de cih digirin jî ev in:
22’yê Îlonê / Hewş Kultur Sanat
* Anîma – Derhêner: Yûsûf Emre Yalçin
* Rec – Derhêner: Rêzan Mîr Ugurlu
* Eko Eko Eko (Beşa Şeşemîn) – Derhêner: Îlkay Nîşanci
23’yê Îlonê / Hewş Kultur Sanat
* Pişt Baxçeyê Zeytûnan – Derhêner: Mervan Serhat Sarişin
* Hatay – Derhêner: Îmre Azem
* Heft Senfonîya Zagrosê – Derhêner: Perwîz Rostemî
* Tolou Keur, Senegal’de Popüler Bir Fenomen – Derhêner: Laure Malecot
* Sar – Derhêner: Baran Adar Deger
* Dengê Kilîtan – Derhêner: Îlham Bakir
24’ê Îlonê / ZarokMa
* Nosema – Derhêner: Etna Ozbek
AMED