Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Senar Garzan ên YPS'ê ragihandin ku li Amedê li dijî firoşkarên narkotîkê, li Îzmîrê jî li hemberî qereqolekê wan çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê, 5'ê Îlonê, tîmên YPSʼê li navçeya Farqînê ya Amedê avêtin ser kesên ku madeyên narkotîkê difirotin zarokan. Di serdegirtinê de firoşkarê narkotîkê H.B. ji bo cara dawî hate hişyarkirin û madeyên narkotîkê yên pê re hatin îmhakirin."
10'ê Îlonê jî li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê li dijî qereqoleke li herêma pîşesaziyê çalakiya sabotajê hat kirin. Di çalakiyê de ku li hemberî beşa teknîkê ya qereqolê hate kirin, beşek ji jenartora qereqolê hate îmhakirin."
NAVENDA NÛÇEYAN