- Hîna hestiyên van jinan nehatine derxistin, ji nû ve ji bo komkujî û karesatên wisa mezin, pîlan û bazarên qirêj li ser civaka Êzîdî û axa kevnar tên kirin.
LEYLA LORÎN
Pîlanên qirêj li dijî civaka Êzîdî dewam dikin. Di 9’ê Cotmeha îsal de di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi destê DYE û dewleta Tirk peymanek li ser Şengalê hat îmzekirin. Di nava vê Peymana qirêj de jî îmza Neteweyên Yekbûyî û gelek dewletên berjewendîxwaz jî hebûn. Li aliyekî peymanan li ser îradeya civaka Êzîdî îmze dikin, ji bo careke din fermaneke din pêk bînin. Li aliyê din jî ji bo pîlanên xwe yên qirêj veşêrin; di fermana 73’yan de ya bi destê DAIŞ’ê de sûcdar neyên dadgehkirin û civaka Êzîdî bêdeng bikin, rêkeftinê li ser civaka Êzîdî pêk tînin. Civaka Êzîdî vê rêkeftinê wek ferman bi nav dike, destpêkirina vekirina gorên komî, ne ji xweber e.
Gelo kujerên 80 jinên pîr kî bûn? Va ye hîna nû gorên wan li gundê Solaxa yê ser bi Şengalê, dîsa Koço, hatin vekirin. Ma ne ew dewletên zirhêz bûn ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de, çeteyên DAIŞ’ê ava kirin û ji bo berjewendiyên xwe birin ser civakeke bê guneh ku heta niha ziyana wê nedaye kesî.
Bi destê çeteyên DAIŞ’ê di fermana 73’yan de karesateke mezin bi ser îrade û rûmeta civaka Êzîdî de hat. Di vê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de êşên mezin hatin serê civaka Êzîdî û bi teybetî jî jinan. Di kelegerma havîna dijwar de bi rojan bi hezaran mirov di deşt û çiyayên Şengalê de pêxwas û birçî ji bo bijîn li ber xwe dan; wan ji bo man û nemanê li ber xwe da. Di nava wan de dayîkên temen mezin, kalên 70 salî û zarokên çil rojî li ber çavên cîhana kerr û lal a ku qaşo xwe bi navê mafên mirovan bi nav dikir, di bin metirsiya komkujiyan de can didan.
Çîroka vê gora komî ya jinan, yek ji wê kareseta herî mezin e ku di cîhanê de nehatiye dîtin. 80 jinên pîr, zindî, di yek gorê de hatin qetilkirin. Lê mixabin li ber çavên cîhana kerr û lal ev komkujiya jinan hat kirin.
Ev gora komî 3’ Tebaxa 2014’an dema fermanê de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kolan. Li gorî lekolînên me li ser van goran, 75-80 jinên pîr bi awayekî zindî bi komî di vê gorê de hatine veşartin. Dema DAIŞ´ê êrişî gundê Koço û Solaxê kiribû, jin, zilam, û pîr û kalan kom dike. Ji bo jin û zilamên pîr û kal, DAIŞ dibêje bi kêra me nayên û bi komî wan dikuje. Ev jinên divê gorê de temenê wan hemûyan di ser 50-60 salan de ye. Li gorî çavkaniyên me, jinek ducanî û 12 zarokên 12 û 13 salî jî di vê gora komî de ne.
Dema çeteya DAIŞ´ê êrişî wan gundan dike, jin û meran ji hev vediqetine. Zêr û zînetên wan, ango eşyayê wan ên bi qîmet ji wan distîne. Û ji wan re dibêje, em ê we bibin cihekî ewle. Lê bele mêran kom bi kom ber bi cihên nediyar ve dibin û jinan jî di medreseyê de dihêlin. Piştî wê jinên ciwan jî vediqetînin dibin Mûsilê û Telaferê hwd, difroşin û dayîkên pîr dibin yan bi zindî dixin gorên komî, yan jî bi komî dikujin û dixin gorên komî! Ev gora komî jî yek ji wan goran e.
Hîna hestiyên van jinan nehatine derxistin, ji nû ve ji bo komkujî û karesatên wisa mezin, pîlan û bazarên qirêj li ser civaka Êzîdî û axa kevnar tên kirin.