Li Agiriyê şeva çîrok û denbêjiyê

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Tebax 2024 - 00:11

Ayhan Erkmen ku di van salên dawiyê de derdikeve ser dikan û çîrokên Kurdî dibêje, tevî çend dengbêj û stranbêjan vê carê li Agirî derket ser dikê.

Ayhan Erkmen da zanîn ku Hevşaredarên Agiriyê Mehmet Akkuş û Xezal Aras li mala Şînê sehneyekê ji bo wan ava kirine û çend peyker jî li pêşiya sehneyê danîne. Piştî ku bû êvar xelkê berê xwe da cihê çalakiyê û li stran û çîrokan guhdar kirin.

Ayhan Erkmen li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên çalakiyê parve kir. Her wiha wî ji bo hewldana hevşaredaran jî got malîava û xwest çalakiyên bi vî rengî li Kurdistanê pêk werin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.