Meşa dirêj a ciwanên Kurd û înternasyonalîst îro di roja xwe ya dawî de ye û wê li Aachenê biçe serî. Doh li Aachenê fînala xwe kir.

Her sal bi awayekî ji rêûresmê meşa dirêj a ciwanên Kurd û înternasyonalîst tê lidarxistin. Meş îsal bi şîara “Dest Bi Dest-Mil Bi Mil; Werin Cenga Azadiyê” bi rê ve diçe û îsal li Aachenê bi dawî bû. Bi sedan ciwan ji Elmanya, Fransa, Awusturya, Swêd, Holanda, Ingilîstan û Swîsreyê beşdarî meşa îsal bûn. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ û Jinên Têkoşer-TêkoJINê pêk hat û ciwanên antîfaşîst û înternasyonalîst jî beşdarî meşê bûn.

Şemiya bihurî saet 11´an ciwanan dest bi meşa xwe kir û pankart û dovîzên li ser wan nivîsandî, “Cenga Azadîye Geş Bike, “Avaşîn, Zap, Metîna Bijî Gerîla”, “Freedom for Ocalan” hilgirtin. Ciwanan t-shirtên li ser wan nivîsandî “Freedom for Ocalan” û “Werin Cenga Azadiyê” li xwe kir.

Di roja 6’an a de yanî di roja dawiyê de ciwan doh ji Monchengladbachê heta bi Aachenê meşiyan. Di roja 5´an de ciwan pêr ji ber gara trênê ya Neussê meşiyabûn ber bi Monchengladbachê ve. Bi çalakiyê ciwanan xwest Rêber Abdullah Ocalan fizîkî jî azad bibe.

Endamên Yekîtiya Xwendakarên Kurdistan (YXK) û Jinen Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) li NCDK a Aachenê semîner ji bo meşvanan organîze kir bi sernavê “Rastiya Rêbertiyê û maneya Rêbertiyê”. 

Komîteyeke YXK û JXK’ê dosyayeke li ser texrîbatên sîlehên kîmyewî dide Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Aachenê ya ku lêkolînên wê bi kêra çêkirina sîlehên kîmyewî jî tê.

Meşvan saet 17’an li navenda bajarê Aachenê jî meşiyan û bi slogan û belavokên xwe doza azadiya Rşber Abdullah Ocalan kirin.
Piştî bidawîbûna meşê îro jî li NCDK a Aachenê bi beûdariya Serhado, Bengî Agirî û hunermendên TEV-ÇAND’ê konserek tê dayîn.

AACHEN