Li 7 bajaran çalakî

Duşem 14 Îlon 2020 - 15:13

Yekîneyên tolhildanê ragihandin ku hêzên wan li 7 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên li Amed, Êlih, Bedlîs, Wan, Stenbol, Edene û Mersînê agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de ku bi sernavê "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" ev agahî hatin dayin:
"11'ê Îlonê, li navçeya Farqînê li taxa Bahçelîevlerê bi teqemeniyan û çekan li dijî wesayiteke zirxî çalakî hate lidarxistin.
10'ê Îlonê li taxa Saglik a Êlihê mînîbuseke Dîndar Tûrîzmê hate şewitandin.
11'ê Îlonê li ser rêya nexweşxaneyê ya li navenda Êlihê wesayiteke bi tîpa Doblo ya spî ku dijmin ji bo guhdarîkirinê bi kar dianî, tevî malzemeyên ji sed hezar lîreyî hate şewitandin.
9'ê Îlonê li sîteya pîşesaziyê ya Tetwanê li dijî kargeheke faşîst a nokeran çalakiya sabotajê hate lidarxistin.
12'ê Îlonê li taxa Sixkê firoşkarên narkotîkê û yên ku narkotîk bi kar dianîn hatin cezakirin.
10, 11 û 12'ê Îlonê li taxa Şafak a navçeya Rêya Armûşê li dijî polîsên dijmin ên hewl didan kontrol bikin, yekîneyên me yên xweparastinê sê rojan her êvarê bi saetan li dijî polîsên dijmin şer kirin û nehiştin dijmin bikeve taxê.
Li Stenbolê di 9, 10, 11 û 12'ê Îlonê de li taxên cuda 17 wesayit şewitandin.
11'ê Îlonê li Sûltanbeyliyê atolyeyeke tekstîlê ya ji sê qatan tevî malzemeyên tê de qemyoneta qaseya girtî ya kargehê hatin şewitandin.
11'ê Îlonê li Guzelbahçeyê firoşkarên narkotîkê yên AKP-MHP a faşîst hatin cezakirin, qehweyeke ku qumar lê dihate lîstin hate îmhakirin.
Li taxa navendî avahiyek ku fûhûş lê dihate kirin ji aliyê yekîneyên me ve hate teşhîrkirin û bi teqemeniyan hate hişyarkirin.
12'ê Îlonê li navçeya Akdenîzê wesayiteke saziya elektrîkê ya tîpa Mîtsûbîshî hate şewitandin."
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê jî ragihand ku li sê bajaran febrîqeyeke kaxizan, dikanek û 4 wesayit hatine şewitandin.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser çalakiyên li Amed, Stenbol û Kocaeliyê wiha ne:
"12'ê Îlonê li navçeya Baglar a Amedê wesayiteke zabite ya şaredariyê ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
13'ê Îlonê li Tûzla ya Stenbolê, dikana AKP'iyekî faşîst hate şewitandin, xisareke mezin a madî lê bû. Her wiha wesayiteke luks a wî şexsî ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
13'ê Îlonê li navçeya Gebze ya Kocaeliyê febrîqeyeke kaxizan a barbarên faşîst hate şewitandin. Her wiha 2 wesayitên febrîqeyê jî şewitîn."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.