Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li Stenbol û Amedê şeş çalakî kirin.
Yekîneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku çalakî di navbera 4-8’ê Cotmehê de kirine.
Li gorî vê, li Sûltanbeyliya Stenbolê bi demançeyan li notirvanan hate xistin û hejmara notirvanên birîndarbûn nehate tespîtkirin.
Li Pendîkê li herêma sanayiyê du depo hatin şewitandin, bi bombeyên bi destan hatine amadekirin li benda polîsan a li Alîbeykoya Stenbolê hat xistin û li gundê Şamlar a Başakşehîrê qadeke polîsan hat şewitandin.
Li Farqîna Amedê li Taxa Selahattînê bi şev bi bombeyên destan li wesayîta zirxî ya Akrebê hat xistin, hejmara birîndaran nehat tespîtkirin û di wesayîtê de xisareke maddî çêbû.
8’ê Cotmehê jî li Yenîşehîr, Baxlar û Sûrê bi bombeyên deng çalakî hatin kirin û pankart hatin daliqandin.
Însiyatîfa Zarokên Agir jî ragihand li Bûrsa, Îzmîr, Enqere û Balikesîrê restorantek û çar wesayit hatine şewitandine.
NAVENDA NÛÇEYAN