• Sozdar Avesta got, şehîd Leyla Sorxwîn bi hêz, têkoşîn, cesaret û keda xwe di maratona 50 salan de 31 salan hevrêtî kiriye û divê şehadeta wê bibe sedema helwêstên xurt.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta qala têkoşîna Endama Meclîsa PAJK’ê û Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Leyla Sorxwîn (Hamiyet Yalçinkaya) kir. Sozdar Avesta got, “Çawa ku heval Egîd Pêngava 15’ê Tebaxê li Gabarê bi rêxistin kir û pêk anî, heval Leyla jî di Pêngava 1’ê Hezîranê de li Gabarê fermandarî kir’’ û wiha dewam kir, “Em 31 salan hevala Leyla nas dikin. Sala 1993’yan berê xwe ji Amedê da herêma Botanê û tevlî nav refên gerîlayên azadiyê bû. Di ciwantiyê de bi dilsoziyeke mezin, cesaret û kenê xwe yê ku ti carî ji rûyê xwe kêm nekirî û bi evîneke mezin hatibû çiyayên Kurdistanê.

Hevala Leyla bi şervantiyê dest bi têkoşîna xwe ya 31 salan kir. Bi hêza xwe ya cewherî, bi ruhê îrade û têkoşeriyê, bi keda xwe gav bi gav wezîfeyên mezin girtin û bû milîtaneke pêşeng a Têkoşîna Azadiyê û fermandareke bi cesaret a gerîla.

Çavê me her tim li hevalên mîna hevala Leyla digere. Hevala Leyla li ser xeta maratona 50 salî ya ku Rêber Apo ji tine ava kir, 31 salan hevaltî kir. 3 caran çû Botanê û li Botanê têkoşîn meşand.

Ji pêngavê re pêşengî kir

Rêber Apo digot, ‘Yê ji min hez bike bila berê xwe bide Botanê’ û ‘Her kes ji çiya were xwar jî divê jin neyên xwar’; yek ji kesên ku ev dengê Rêber Apo bihîst û ev yek bêyî teredut pêk anî jî hevrê Leyla bû. Di pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîranê de ev gotinên Rêbertiyê weke ferman dîtin û bi komek hevalên xwe re berê xwe da Botanê û pêşengî ji vê pêvajoyê re kir. Li warê Egîdan, yanî Gabarê berpirsyariya fermandariyê girt ser xwe. Çawa ku hevalê Egîd (Mahsûm Korkmaz) li Gabarê Pêngava 15’ê Tebaxê bi rêxistin kir û meşand, hevala Leyla jî li Gabarê ji di Pêngava 1’ê Hezîranê de li Gabarê fermandarî kir.

Xizmet ji hemû Kurdistanê re kir

Hevala Leyla ti carî sînor nas nekir. Li pêşiya têkoşînê ti tişt asteng nedît. Ji çar parçeyên Kurdistanê re jî xizmet kir. Ji Rojhilatê Kurdistanê heta Zagrosan, ji Zagrosan heta çiyayên Bakurê Kurdistanê hemûyan, li Botanê gav bi gav gerîlatî kir. bi Sedan heval perwerde kirin. Bi taybetî ji bo Artêşa Azadiyê ya Jinan hem di asta şervantî û hem jî di asta  fermandariyê de wezîfe û berpisyariyên xwe anîn cih. Heger îro Têkoşîna Azadiyê ya Jinê û Kurdistanê ji Kurdistanê heta cîhanê veguheriye hêviyeke mezin, heger Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk-ekolojîk a li ser azadiya jinê bi jinên Rojhilata Navîn hemûyan re bûyîbe yek û heger îro bi dirûşmeya Jin jiyan azadî mirov ber bi Konfederalîzma Demokratîk a Jinan a Cîhanê ve diçin, heger li Rojhilatê Kurdistanê bi mehan e berxwedan û serhildana jinan a mezin didome, di vê yekê de keda hevala Leyla jî û ya hevrêyên mîna wê mezin e. 

Êşên mezin serketinê diafirînin

Her çiqas şehadeta hevrê Leyla hevrêyên me diêşîne jî, em tevgereke wiha ne; - Em wisa ji Rêber Apo fêr bûn - êşên mezin ji me re serketinên mezin çêdikin. Hêrsa me ya azadiyê her ku diçe xurttir dibe. Evîn û dilsoziya me ya ji bo xeta azadiya jinan, li dijî faşîzmê ku nahêle jin bêhnê bidin û bistînin, her ku diçe xurttir dibe.

Lehengên me yên mezin ên weke Hevrê Leyla, Gulçiya, û Peyman Bagok, Fazil, Raperîn Amed, Evîn Goyî, dilsoziya gelê me ya ji bo vê têkoşînê xurttir kirine. Divê baş were zanîn, heta ku lehengên mîna Leyla Sorxwîn hebin, gelê Kurdistanê wê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernede. 

ANF/BEHDÎNAN