- Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê xwendin û nirxandinên şanonameyan ji bo sala 2022´yan qedand û encamên xwe dîyar kirin.
Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê xwendin û nirxandinên şanonameyan ji bo sala 2022´yan qedand û encamên xwe dîyar kirin.
Komîteyê encam ragihandin Eurodrama navneteweyî. Bi vî awayî, Komîteya Kurdî ya Eurodramê, piştî klu hate damezirandin, çalakîya xwe ya duyem pêk anî.
Komîetyê got, “Em pirr bextewar in ku encamên xwe yên bijartinê eşkere dikin. Em malavayîyê li her nivîskarî dikin ku şanonameyên xwe bo Eurodrama Kurdî şandine. Her wiha, em wan nivîskaran pîroz dikin ku şanonameyên wan hatine hilbijartin, û hêviya serketinê ji wan re dixwazin. Rêya nivîskaran û şanonameyan vekirî be.”
Komîteya Kurdî ya Eurodramê wekî din da zanîn ku “Heger tengasîyek çênebe îsal di Cotmehê de Komcivîna Eurodrama navneteweyî li Amedê bi rê ve biçe”.
Hilbijartina 2023´an
Komîteyê ji bo hilbijartina 2023´yan jî ji niha ve agahî dan: “Em ê îsal hilbijartina şanonameyên nûjen bikin ku ji zimanên bîyanî ji bo kurdî/kurmancî hatine wergerandin.”
Serketiyên 2022´yan
Li gorî dengdana Komîteya Kurdî ya Eurodramê, serketiyên îsal ev in:
1. Leylan – Yusuf Unay
2. Du Xençer – Kemal Orgun
3. Diran – Bawer Rûken
Di beşa lîstikan de jî Lîstik – Ömer Şahin, Rugeş Kırıcı, Cihat Ekinci bûn yekemîn.
NAVENDA NÛÇEYAN