LEWerger hejmara 4´an derxist

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Îlon 2023 - 16:23

Kovara li ser wergerê, LEWerger hejmara xwe ya 4'an derxist. Kovar bi vê hejmarê kete sala xwe ya diduyan.

LEWerwer kovara wergera helbestê ye û çar mehan carekê derdikeve. Kovara ku heta niha 3 hejmar derxistibûn, hejmara xwe ya mehên Îlon-Cotmeh-Mijdarê-Kanûnê belav kir.

Edîtoriya kovarê di sala xwe ya nû de ji bo xwendevanên xwe gotiye, "Qibleya me her LEWeke hê çêtir kemilî, hê çaktir û xwedî geşedaneke domdar e da ku her hejmarê lixwezêdekirinek hebe. Wergêr xwedî kedeke temam in; ji bo lêkirina Dîwarê Kurdî karên hêja dikin û di ber de xwêdaneke pak vedimalin. Pêdiviya wan ne bi pesnê, lê bi pûtepêdan û şêkirîneke seraqet heye. Ji lew û bi vê mebestê, di rûpela naverokê ya vê hejmarê de, li şûna navê helbestkaran em ê navê wergêran binivîsînin. Lew di nezera me de, ked û kelecana wergêran a di ber berhemekê de ne kêmî ya nivîskaran e û werger hinekî jî nivîsandina ji nû ve ya tekstan, bercestekirina ji nû ve ya hestan, hêmayan û risteyan e."

Di vê hejmarê de ji Ingilîzî, Farisî, Erebî, Swêdî heta Fransî û Galîsyanî ji gelek zimanan helbest hatine wergerandin. Li aliyê din bi dehan helbestên helbestvanan di kovarê de cih girtine. Ji Walter Benjamin, Arthur Rimbaud, Paul Celan, Irene Jensen, Hossein Panahi, Jacques Prévert, Maya Angelou heta Aleksandr Puşkin, Bertolt Brecht, Hovhannes Şiraz hetanî  Charles Simic; ji Evdilwehab Elbeyatî heta Furux Ferruxzad, Hristo Fotev, Edgar Allan Poe û D. H. Lawrence helbestên gelek helbestvanan hatine wergerandin û belavkirin.

Ji hevpeyvînên vê hejmarê jî hevpeyvîneke kurt ku ligel wergêr David Colmer û Takako Lento hatibû kirin, hatiye wergerandin.

Kesên dixwazin, dikarin di ser hesabên medya dijîtal xwe bigihînin LEWergerê yan jî emailekê ji lewwerger@gmail.com re binivîsin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.