Parlementera Tevgera Gorran, Şayan Eskerî ragihand ku girtiyên Behdînanê di çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de bi israr in û rewşa wan a tendirustiyê her diçe xirabtir dibe. Eskerî got, girtiyan diyar kiriye heta dadgeh biryareke dadperwerane nede, çalakiya wan wê bidome.
Şayan Eskerî têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û rewşa girtiyên Behdînanê li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir.
Şayan Eskerî di peyama xwe de got, girtiyên Behdînanê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dikin, rewşa wan a tendirustiyê roj bi roj xirabtir dibe û girtî diyar dikin ku heta dadgeh biryareke dadwer nede, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Di dawiyê de jî Eskerî dibêje, pêwîst e dadgeh serbixwe bin, dadwer bin û ne di jêr bandora zextên kes û hizban de bin.
Ji 6’ê Îlonê ve çar çalakvanên Behdînanê yên girtî, Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn, dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine. Çalakiya girtiyan di roja 21’ê de ye.
Piştî wan jî bi giştî 82 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê li dijî bipaşxistina dadgehkirinê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
ROJNEWS/HEWLÊR