- Gerîlayan li navçeya Elkê ya Şirnexê li herêma Kato Jîrkayê bi çalakiyeke sekvaniyê leşkerekî Tirk ceza kirin.
Gerîlayan li navçeya Elkê ya Şirnexê li herêma Kato Jîrkayê bi çalakiyeke sekvaniyê leşkerekî Tirk ceza kirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navçeya Elkê ya Şirnexê li mintiqeya Deriyê Wara yê qada Kato Jîrkayê, hêzên me yekîneyeke dijmin a tevdigeriya kontrol kirin. Piştre 30'ê Tebaxê hêzên me bi çalakiyeke sekmaniyê leşkerekî dijmin ceza kirin.
Heman rojê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Cîlo yê Biçûk yê herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."
ANF/BEHDÎNAN