Leşkerekî dagirker hate kuştin

Sêşem 21 Adar 2023 - 00:19

Ji leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên êriş birin ser çeperên berxwedanê yek jê hate kuştin, droneyek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin tinekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, li hemberî hêzên me yên ku cihên xwe diparêzin, êrişan bênavber dewam dike. Hêzên me li ser bingeha parastina rewa çalakî kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin, droneyek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin tinekirin."

 

Li herêma Zê (Zapê)

18'ê Adarê saet di 17:00 de dagirkeran êriş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan û di encamê de dagirkerek ceza kirin.

19'ê Adarê saet di 19:00 de artêşa Tirk a dagirker sîstema kamera ya mobesse li derdora çeperên berxwedanê yên li Sîdayê bi cih kir. Hêzên me li ser bingeha xweparastinê bersiv dan dagirkeran û sîstemeke kamera ya mobesse îmha kirin.

 

Li herêma Metînayê

18'ê Adarê saet di 18:00 de artêşa Tirk a dagirker ji bo cihê hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tespît bike, drone şandin qadê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin droneyek tinekirin.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

18 û 19'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 26 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.