Leşkerek Tirk û 4 çete hatin kuştin
Duşem 3 Sibat 2025 - 03:25
QSD’ê ragihand ku di berxwedana li dijî êrişên dewleta dagirker û çeteyên wê de leşkerekî Tirk û herî kêm 4 çete hatin kuştin, pergaleke radarê û erebeyek jî hatin îmhakirin. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:"Hêzên me di çarçoveya bersivdana rewa ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, roja şemiyê li herêma Pira Qereqozaqê û Minbicê çalakî li dijî baregehên leşkerî yên dagirkeran li dar xistin. Di 3 çalakiyên bibandor ên hêzên me yên li dijî baregeha dagirkeriya Tirk a li herêma Girê Qereqozaqê de 4 çete hatin kuştin, 10 çete birîndar bûn û erebeyeke leşkerî hat derbkirin. Hêzên me li aniya bakurê Bendava Tişrînê, li kombûnên çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin. Li vir jî kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê çalakiyeke bibandor li dijî baregeha dagirkeran a li beramberî gundê Til Leben li dar xist. Bi qasî hat tesbîtkirin di çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn. Her wiha pergaleke radarê û ya çavdêriyê hatin îmhakirin û zerarên mezin li baregehê bûn.
Balafirên şer gundê Munîr Hebîb ê rojavayê Kobanê bombebaran kir û balafireke bê mirov a bi çek jî gundê Idiqê jî kir hedef. Di encama bombebaranan de zerarên madî çêbûn.
Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek gundên Bîr Hiso, Xeseq, Melha, Xirûs, Tîna û Cade yên li başûrê Kobanê bombebaran kirin. Di encamê de şervanekî me şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. Hemwextî bombebaranê, gundên navborî bi obîs û tankan hatin topbarankirin, di encamê de zerarên madî yên mezin li milkên û baxçeyên şêniyan bûn. Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê û herêma Dêr Hafirê rêze êriş pêk anîn. Di encamê de şervanekî me şehîd bû. Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê sivîl bombebaran kir û 2 kes birîndar bûn.
Di berxwedana hefteya dawî de 6 hevalên me yên ji Dêrazorê, Reqa û Kobanê li eniyên Kobanê, Qereqozaqê û Bendava Tişrînê gihiştin asta şehadetê. Şervanên şehîd bi xwîna xwe ya pak rihê xwişk û biratiya Kurd-Ereb li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan da."
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN