Dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êdî fermî jî gihandin pêvajoya girtina partiyê. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilinda dewleta Tirk piştî banga Serokê Giştî yê partiya nijadperestiya Tirk MHP’ê Devlet Bahçelî derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin.   

Devlet Bahçelî û rayedarên desthilatê bang dadgeriya dewletê dikirin da ku li dijî HDP´ê lêpirsînê ji bo girtina wê bide destpêkirin. 

Buroya Partiyên Siyasî ya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a dewleta Tirk nivîs nivîsand û xwest pêvekên îdîanameya Kobanê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 siyasetvanên wê yên tên dadgehkirin, jê re were şandin.

Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatibûn amadekirin. Serdozgeriyê mînaka van fezlekeyan xwest. Çavkaniyên Serdozgeriyê destnîşan kir ku xebatên partiyên siyasî hemûyan dişopînin û van belgeyên xwestine jî di çarçoveya lêkolîneke rûtîn de hatine xwestin.

Wisa tê texmînkirin, heger serdozgerî bi xebatên partiyên siyasî re elaqedar dibe, di encama lêkolînan de derbarê HDP’ê de doza girtinê were rojevê.

MA/ENQERE