• Derbarê Emîne Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de ye, lêpirsîna 14’emîn hate vekirin. 

Derbarê Emîne Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de ye, lêpirsîna 14’emîn hate vekirin. Hinceta vê jî ev e:  “Heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye”.
Ferît Şenyaşar têkildarî nobeda ku digirin de axivî û got nobeda wan di bin “zilmê” de didome û behsa qetlîama li ser malbata xwe kir.

Şenyaşar destnîşan kir ku heta edalet bi cih were wê li ber edliyeyê bin.

Şenyaşar da zanîn ku bi îdiaya dayika wî li Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye cara 14’emîn derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: “Duh (pêr) dîsa gazî dayê kirin ku biçe midûriyeta polîsan îfade bide. Ev lêpirsîna 14’emîn e ku derbarê dayê de hatiye destpêkirin. Dayê li vir wek ‘rêxistinek sûc’ tê dîtin. Daxwaza dayê tenê ew e ku edalet pêk were û lawê wê bi biryarên siyasî girtî ye were berdan. Wek din tiştek din naxwaze. Xwestina edaletê dibe sûc. Her hefte derbarê dayê de lêpirsînek didin destpêkirin.”

RIHA