Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê ji ber zêdebûna erebeyan li herêmê, li 18 cihan amadehiya danîna lempeyên trafîkê dike. Her wiha gelek kolanên girtî yên Qamişloyê hatin vekirin.

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê di sala 2021`ê de li Çerxerêya Şehîdên Înternasyonal a li Qamişloyê wek tecrûbe lempeyên trafîkê danîbûn. Piştî ku bandora lempeyan ya erênî hate dîtin, Rêveberiya Giştî ya Trafîkê biryar da ku li cihên din jî lempeyan dayne.

Têkildarî mijarê endamê Rêveberiya Giştî ya Gerînendetiya Trafîkê ya Herêma Cizîrê Mihemed Şêxanî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dê lembeyên trafîkê li Hesekê û Qamişlo bên danîn û got: “Di demên pêş de dê li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bên zêdekirin.”

Rêveberî 10 lempeyan li Qamişloyê û 8 lempeyan jî li Hesekê bi cih bikin.

ANHA/QAMIŞLO