Endeko ji bo çendan ji me navek e? Çendan nas kir ku ew giyakulîlkeke bêhnxweş e. Na na, li ti dera din a dinyayê nîne. Hin cûreyên pêre "xizm" in hene. Ev cûreyên ji binemala giyayên gêzerî bi kulîlkên xwe jî dikarin bişibin hev, lê ya endekoyê, bêhna wê yekane ye. Ji ber wê jî navekî wê yê yekane yê zanistî jî heye: Leutea kurdistanica. 

Ew li Kurdistanê heye. Li Rojhilatê Kurdistanê, cara yekê Rezgar Feraji li qonaxên nebatî û kulîlkvedanê yên "endekoyê" di warê madeyên wê lê kolaye, xasma av û donên nebatî yên tê de. Di vê lêkolîna di çarçoveya lêkolîna nebatên tibî de, 26 pêkhênerên endekoyê hatine tesbîtkirin. Madeya herî zêde tê de hatiye dîtin α-asarone (50.5-62.5 %) ye. Piştî wê jî elemicin (16.4- 22.5 %) (şêweyeke benzenan e), α-phellandrene (1.3-5.9 %) û α-pinene (1.6-5.4 %). Madeya sereke ya rûnên wê α-asarone dikare ji bo çêkirina gelek dermanan bê bikaranîn. Lê ya ku ji bo me Kurdan endeko dike endeko bêhna wê ya xweş e.

FRANKFURT