- Şervanên azadiyê yên li dijî dijmin bi hêrsa tolhildanê lûleyên çeka xwe germ dikin, di berxwedana Cenga Heftanînê de têkoşîna rûmetê dikin. Gerîlayên tevlî karwanên şehîdan bûyîn; Çekdar, Tolhildan û Mawa bi kelecana pêş çalakiyê ji dagirkeran tolê digirin…
Şervanên azadiyê yên li dijî dijmin bi hêrsa tolhildanê lûleyên çeka xwe germ dikin, di berxwedana Cenga Heftanînê de têkoşîna rûmetê dikin. Gerîlayên tevlî karwanên şehîdan bûyîn; Çekdar, Tolhildan û Mawa bi kelecana pêş çalakiyê ji dagirkeran tolê digirin…
Ji lehengên serdemê gerîla Çekdar hestên xwe yên li ser pêngava şoreşgerî wiha anîbû ziman:
“Dewleta Tirk a faşîst li Heftanînê dest bi Operasyona Lep (pençe) kirin. Li hemberî vê tevgera me jî li dijî hewldanên dijmin bi pêngaveke nû bersiv da. Hatina dijmin rehet be wê çûyîna wan bi tabûtan be. Li çiyan gerîla naqedin. Wê her dem gerîla li çiyan bimînin. Dibe teknîka dijmin hebe, dibe tank û topên wan hebe, felsefe û îdeolojiya Rêbertiya me heye, ev ji hemû hewldanên dijmin zêdetir e.”
Gerîla Tolhildan jî ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de cih girt û şehîd bû, berî biçe çalakiyê ev gotibû:
“Em ji bo çalakiyeke nû ketine nava amadekariyan. Ji bo eyalet û tevgera me çalakiyeke girîng e. Ji lewra em bi heyecan in.”
Bi berxwedana Cenga Heftanînê li çiyayên Kurdistanê bi domdarî destanên berxwedanê tên nivîsandin. Gerîlayên Azadiyê vê dibêjin; ‘Ji bo gihandina xeyalên azadiyê li dergaha Azîmeyan, Viyanan û Esmeran li ser şopa wan bi têkoşîna bê kirin wê teqez bibe.”
RUHAL YILDIZ/ANF/BEHDÎNAN