Şahidê eşkere Akbiyik, derheqê 216 kesên di 25’ê Nîsanê de biryara binçavkirina wan hatibû dayîn de îfade dabû û bûbû rojev. Li ser îfadeyên Akbiyik, derheqê Mizrakli de lêpirsîn hate destpêkirin. Akbbiyik, di îfadeya xwe ya 12’ê çileya 2023’yan de îdîa kir ku lêçûnên mîhrîcana Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ku îdîa dike “nêzî rêxistinê ye” ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatine pêşwazîkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî piştî van îdîayan, derheqê Mizrakli de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir.
Îdîaname, bi daxwaza ku bi doza Mizrakli ya jê tê darizandin re bibe yek hate amadekirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî îdîaname qebûl kir û di 5’ê îlonê de jî bêyî Mizrakli û parêzerên wî rûniştin li dar xist. Di rûniştinê de li şahidê eşkere Umît Akbiyik hate guhdarîkirin. Li dijî van îdiayan mafê parastinê nedan Mizrakli.
7 sal û nîv ceza jê re xwestin
Di îdianameyê de Umît Akbiyik ev îdia kirin: “...Peywirdarên KCK’ê yên di rêveberiyên herêmî de cih digirin S.D. û H.P. mîhrîcana fîlman pîlan kiribû. Mîhrîcan di desptêka meha Gulana sala 2019’an de hat lidarxistin. S.D. û H.P. ji bo mîhrîcanê bi Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli re hevdîtinek kirin û çalakî li dar xist. Mîhrîcana fîlman a li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin ji hêla Serokê Komeleya Akademiya Fîlman a Rojhilata Navîn Ç.K. ve hate organîzekirin. Ez û H.T., B.Y, S.A., M.O. û E.T. ku li gel min di rêxistina ciwanan de cih digirtin jî tev li mîhrîcanê bûn. Di vê mîhrîcanê de avadaniya PKK’ê ya li Sûriyeyê û belgefîlma ku jiyana gerîla vedibêje hatin pêşandan. Di dawiya belgefîlmê de nivîsa Komeleya Akademiya Fîlman a Rojhilat Navîn hebû. Lêçûnên vê mîhrîcanê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin pêşwazîkirin...”
Ji ber îfadeyê behsa xeberê, di îdianameyê de hat îdiakirin ku “têkiliya Mizrakli bi rêxistinê re heye, di avadaniya hiyerarşîk de cih digire” û di çarçoveya van îdiayan de dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Îdîaname ji hêla 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qetbûlkirin û bi dosyaya Mizrakli jê dihat darizandin re kir yek dosya.
MA/AMED