
- LaWje dê 17ê Kanûnê li Navenda Çandê ya Sûleyman Seba ya Beşiktaşê bi organîzasyona Chalak Eventsê konserekê bide.
LaWje dê 17ê Kanûnê li Navenda Çandê ya Sûleyman Seba ya Beşiktaşê bi organîzasyona Chalak Eventsê konserekê bide. LaWje dê stranên ji albûma xwe ya bi navê Selîqe û stranên klasîk ên muzîka Kurdî yên bi navê “LaWjeyên Evîniyê” bistrîne.
LaWje ji 2013’an ve ji Behdînan û Botanê kilam, heyranok, şeşbendî, pahîzok û narînk berhev kirine û bi formekî nû ev berhem pêşkêş kirine. Hemû formên îro di stranên xwe de distrînin, ji dengbêjan guhdarî kirine û li navenda Colemêrgê tomar kirine.
STENBOL















