Lahûr Şêx Cengî got ez naçim!
În 27 Tebax 2021 - 01:06
Polîtbûroya YNK'ê biryar da ku hevserokê partiyê Lahûr Şêx Cengî di nava 72 saetan de Başûrê Kurdistanê bi cih bihêle û heta du hefte piştî ragihandina encama hilbijartina parlamena Iraqê ya di 10ê Cotmehê de, venegere. Wê herwiha biryar da hêzên ne fermî hemû di dema 24 saetan de ji hev bên belavkirin.
Daxuyaniya polîtbûroyê 24ê Tebaxê derçû, û wê ragihand ku di civîna polîtbûroyê de ev biryarên li jêr hatine dayîn;
* Lahûr Şêx Cengî di nava 3 rojan de divê derkeve derveyî welêt, heta du hefte piştî ragihandina encama hilbijartina Parlamena Iraqê jî venegere
* Jihevdexistina hêzên ne fermî di nava 24 saetan de
* Êrişên medyayî yên veşartî û eşkere tên rawestadin
* Lahûr Şêx Cengî piştevaniya xwe ji bo serxistina Hevpeymaniya Kurdistanê bi hevahengiya Polîtbûroyê radigihîne
Lahûr Şêx Cengî biryar qebûl nekirin
Li aliyê din Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî pêr da xuyakirin ku “Çarşemê, çend endamên serkirdayetiyê hatine vexwendin û ji wan re hatiye gotin, qaşo di navbera hevserokên YNKê de lihevkirinek hatiye kirin da ku Lahûr Şêx Cengî ji bo demekê biçe derveyî welat.”
Lahûr Şêx Cengî da zanî ku haya wî ji dûr û nêzîk ji lihevkirinekê û biryarên Polîtburoya ZNK'ê nebûye. Wî got, lihevkirineke wiha nehatiye kirin û wê neyê kirin jî.
SILÊMANÎ