Dayikên ku ji bo tecrîda li Îmraliyê rabe ji Wanê hatin Enqereyê, laçikên li sere xwe yê spî avêtin erdê û xwestin dengê wan bê bihîstin.  

Xizmên girtiyan ên ji Wanê hatin Enqereyê, bi daxwaza "Dadrêsiyê, hiqûqê bi cih bîne" xwestin hevdîtinê bi Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tûnç re bikin. Daxwaza xizmên girtiyan vê hefteyê jî nehat bersivandin. Xizmên girtiyan ewilî li ber Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hev kom bûn. Polîsan nehişt xizmên girtiyan ber bi wezaretê ve bimeşin. Ji amîrên polîsan yekî jê got ku wezîr ne li cihê xwe ye.  

Xizmên girtiyan jî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq û edalet" astengiya polîsên Tirk şermezar kirin. Paşê daxuyanî hat dayîn. Xizmên girtiyan di axaftina xwe de bal birin ser "aştiyeke mayinde." Xizmên girtiyan destnîşan kir ku tu xeberê ji Rêber Abdullah Ocalan nagirin û wiha bang kirin: "Em tenê ji bo xwe tênakoşin. Em ji bo hemû kesên li ser van xakan dijîn têdikoşin. Em bang li hemû rewşenbîrên cîhanê dikin; êdî dengê dayikan bibihîsin."  

Piştî daxuyaniyê dayikan laçikên spî yên li ser serê xwe avêtin erdê û banga "aştiyê" kirin. 

MA/ENQERE