Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku hêzên gerîla li Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dane û 23 dagirkerên din hatine kuştin. Bi vî awayî ji 23'yê Nîsanê ve ku van êrişên dagirkeriyê dest pê kiriye, herî kêm 106 leşkerên dagirker hatin kuştin.
HPG'ê agahiyên li ser çalakiyên hêzên xwe yên 27, 28, 29’ê Nîsanê wiha parve kirin:
Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan
"Agahiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan:
27’ê Nîsanê saet 18:15’an hêzên me li dijî artêşa Tirk a li devera Qela Bêdewê ya Herêma Zapê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de çepera bombeavêj bi temamî hate rûxandin, dagirkerek hate cezakirin.
28’ê Nîsanê li Girê Şehîd Serdar ê Herêma Avaşînê di navbera hêzên me û dagirkeran de saet 10:30’î heta 13:30’î şerekî dijwar qewimî. Di encama lêdana xurt a hêzên me de dagiker neçar man qedemeyekê bi paş ve biçin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn, nehate zelalkirin.
28’ê Nîsanê saet 15:30’î hêzên me li Girê Mamreşo yê Herêma Avaşînê herî kêm 5 dagirker cezakirin. Hemwext bi hewanan dagirekerên din ên li Girê Mamreşo jî hatin hedefkirin. Piştî saetekê dagirkeran kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran rakirin.
28’ê Nîsanê saet 16:00’an hêzên me bi çekên giran li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serdar a Avaşînê çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûn.
29’ê Nîsanê sibehê hêzên me dagirkerên li Girê Şehîd Mervan, Girê Şehîd Harûn û Boxaza Nêrwe ya devera Qela Bêdewê ya Herêma Zapê kirin hedef, li gelek cihan şer qewimî.
Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê
Agahiyên li ser çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de:
27’ê Nîsanê saet di 11.40’an de li dijî dagirkeran dora Girê Şehîd Serhat a qada Metînayê ji sê milan ve çalakiyeke xurt hate kirin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûn.
27’ê Nîsanê de saet di 13.35’an de li dijî dagirkerên li dora Girê Zendûrayê ya qada Metînayê çalakiyek hate kirin. Bi qasî hat tesbîtkirin 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran xwest bi helîkopteran mudaxele bikiin lê hêzên me li helîkopterê jî dan û helîkopter neçar ma ji qadê derkeve.
28’ê Nîsanê saet 12.20’an, li Girê Sûîqestê yê Xantûrê li Heftanînê dagirkerek hat cezakirin.
28’ê Nîsanê saet 15.50’an dagirkerên li Girê Zendûra yê Metînayê dar birrîn û xwestin li wir bi cih bibin. Hêzên me bi taktîka sabotajê du caran li wan xist û 5 dagirker ceza kirin.
28’ê Nîsanê saet 19.30’î li Girê Şehîd Dîlber ê li Metînayê bi sabotajê 3 dagirker hatin cezakirin.
Di çarçoveya Pêngavên Şoreşger ên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de di çalakiyên hêzên me de herî kêm 21 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne."
Bi vî awayî HPG'ê da zanîn ku ji 23'yê Nîsanê ve di berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê de herî kêm 108 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin.
Sivîlan jî bombebaran dikin
HPG'ê da zanîn ku dagirker ji bilî deverên şer, gundan jî bombe dike: "Li hemberî berxwedan û çalakiyên xurt ên hêzên me artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bi her cûre teknîkê bomberdûmanê dike û bi qestî jî gund û qadên gelê me yê Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Xisarê dike li rez û baxçeyên gundiyan û binesaziya herêmê texrîb dike. Ji ber vê jî gelê me di meha Remezanê de mexdûr dibe. 3 hemwelatiyên me yê ku xwestine elektrîka herêmê tamîr bikin ji ber teqîna mayîneke ji dema Seddam mayî jiyana xwe ji dest dan. Tekane berpirsê vê bûyerê dewleta Tirk a dagirker e."
BEHDÎNAN