Kuştina Luqman li Meclîsa Tirk e

Çarşem 4 Îlon 2024 - 02:05

Parlamenterên DEM Partiyê kuştina Hekîm Luqmanê Dihokî birin Meclîsa Tirkiyê û pirs ji rayedarên Rêveberiya Tirk kirin: ‘’Fikra we ya li ser êrişên li dijî çand, ziman û nasnameya Kurdî çiye û gelo hûnê der barê êrişên diqewimin û helwestên cihêkar de gavek biavêjin?”

Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê Cengîz Çîçek, Ozgul Sakî, Kezban Konûkçû, Celal Firat û Çîçek Otlû mijara welatiyê Başûrê Kurdistanê Hekîm Luqman birin Meclîsa Tirk. Hekîm Luqman ê ji Dihoka Herêma Kurdistanê ku hatibû Tirkiyê Stenbolê ji alî nîjatperestên Tirk ve, bi sedema ku bi Kurdî axivîbû hatibû kuştin.

Parlamenteran ku kuştina Luqman birin Meclîsa Tirkiyê ev pirs kirin: “Gelo axaftina bi Kurdî qedexe ye?”  

Parlamenterên DEM Partiyê pêşniyazname ji bo ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya bibersivîne dan Serokatiya Meclisê û bal kişandin ser êrişên li dijî çand û zimanê kurdî. Di pêşniyaznameyê de hat destnîşankirin di encama êrişên tên kirin de tundiya li ser çand û zimanê Kyrdî zêde bûye. 

Di pêşniyaznameyê de ev pirs ji Alî Yerlîkaya hatin kirin: 

* Kujerên Hekîm Luqman ê ku ji ber bi Kurdî axivî hatibû kuştin, hatine girtin? Heke nehatibin girtin sedema wê çiye? 

* Derbarê qetilkirina Hekîm Luqman de lêpirsînek berfireh hatiye destpêkirin? 

* Hinceta ku di demên dawî de êrişên li ser çand û zimanê Kurdî hatine destpêkirin, çiye? Gelo axaftina bi zimanê zikmakî, xwendin û nivîsandina Kurdî û guhdariya li muzîka kurdî hatiye qedexekirin? 

* Fikra we ya li ser êrişên li dijî çand, ziman û nasnameya Kurdî çiye û gelo hûnê der barê êrişên diqewimin û helwestên cihêkar de gavek biavêjin?”

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.