• Di Roja Jinan a Cîhanê de kanala desthilata PDK´ê li Başûr, qatilekî jinan, qatilê xwişka xwe, da axaftin. Ew qatil hîna nehatibû girtin, lê ji bo jina ciwan a hatiye qetilkirin pîs bike, 15 deqîqeyan bêhna xwe fereh kir. Lê wî hîç behsa qatilbûna xwe nekir. Desthilatê di 8´ê Adarê de rûyê xwe yê rastî bi helwêsta xwe nîşan da.

REWŞAN DENIZ

Beriya bi sê rojan, 7´ê Adarê jineke ciwan a 20-21 salî li Hewlêrê hat qetilkirin. Jina ciwan a bi navê Marî (Îman Samî Mecîs) aktîvîstek bû.

Dixwest azad bijî, lê malbata wê bi kuştinê bersiv da vê daxwaza wê. Zûzûka eşkere bû ku birayê wê ew qetil kiriye. Asayîşa PDK´ê hîna qatilê ji Ranyayê negirtiye. Axir, qetilkirina jinan li Başûr veguheriye komkujiyeke adetî. Ji ber qanûnên ceza yên ku qatilan zûbizû nagirin (weke qeza dîtina kuştinan), yan jî cezayên sivik li wan dibirrin jî qatil kêm nabin, her zêde dibin.

Doh di 8´ê Adarê de serokwezîrê hikûmeta PDK´ê Mesrûr Barzanî peyama 8´ê Adarê bi Ingilîzî belav kir. Di heman wextê de kanala wî ya televizyonê bi qatilekî serbest re bi rêya telefonê hevpeyvîn dikir. 
Di Roja Jinan a Cîhanê de kanala desthilata PDK´ê li Başûr, qatilekî jinan, qatilê xwişka xwe, da axaftin. Ew qatil hîna nehatibû girtin, lê ji bo jina ciwan a hatiye qetilkirin pîs bike, 15 deqîqeyan bêhna xwe fereh kir. Lê wî hîç behsa qatilbûna xwe nekir. Desthilatê di 8´ê Adarê de rûyê xwe yê rastî bi helwêsta xwe nîşan da. Bi ser halan de ya hemberê qatil jî jinek bû. Jineke ku kêm dest werda gotinên qatilî. 

Qetla jinên helal dikir

Ev qatilê ku eşkere li kuştina xwişka xwe mikur hat û got, wî 9 gulle berdana bedena ciwan a xwişka xwe. 9 gulle berdana bedena jineke ciwan û bi serfirazî li kanala herî mezin a televizyonê ya desthilata Başûr de jî bi bêhnferehî behsa vê dikir.

Li ti devera dinyayê û di wicdanê ti mirovî de nabe ku bê qebûlkirin, tohmetbarekî hîna nehatiye dadgehkirin, rabe, eşkere di televizyonê de pesnê qetla xwişka xwe bi destê xwe bide. Hiqûqî jî ev sosret û sosirmetek e, civakî eybek e, exlaqî jî bêrûmetiyeke mezin e. Lê Kanala televizyonê ya Mesrûr Barzanî bi rojnamevaneke jin a ciwan ev yek da kirin. Hem jî di 8´ê Adarê de. 

Nerazîbûnê vîdeo zû da rakirin

Lê xelkê nerazîbûna xwe zû anî ziman. Zûzûka jî desthilata Başûr ev nerazîbûn dît. Weşana xwe kir, çû, lê vîdeoya li ser hesabê fermî yê kanala Mesrûr Barzanî jê hat birin. Lê min lê hisand û ew weşan wê ti carî ji bîra min neçe. 

Bi ser halan de qatil weke ku tişt ji ber kiribin dipeyivî. Yanî hinan - malbat belkî jî ji nava asayîşê hin kes - şîret lê kirine ka wê çi îdîa bike, çawa bibêje. Heta ew guman jî bi min re çêbû, belkî qatil ne ew be û kesekî din ji malbatê be. Diyar e ku îhtîmal e apê Marî jî qatil be. Lê qatil her ji malê ye. Mala mêran, mala desthilatê, mala Marî.

Tu qatil bigire û bêdeng dadgeh bike

Di medya civakî de peyamên nerazîbûnê hemû jî îşaret bi yek tiştê dikin: Divê desthilat misoger bike ku asayîş qatil bigire û dadgeh bike.

Ji ber ku her kes pê dizane kanala ku bûye dengê qatil a Mesrûr Barzanî ye, gelek kesan jî yekser bang li wî kir.