Kuştin avêtin nava avê

Duşem 3 Hezîran 2024 - 01:45

Hêzên Îranê kolberek kuştin, piştre jî cenazeyê wî avêtin avê

Hêzên dewleta Îranê li Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetilkirin, piştre jî cenazeyê kolber avêtin avê.

Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, di 31’ê Gulanê de, hêzên rejîma Îranê li sînorê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kirin. Di encama êrişê de kolberê bi navê Rehîm Îbrahîm hate qetil kirin. Piştî kolber hat qetilkirin, hêzên rejîma Îranê cenazeyê Rehîm avêtin avê. Kolber Rehîm Îbrahîm xelkê gundê Wilîû ya bajarê Serdeştê ye û bavê 3 zarokan e. Li gorî agahiyan piştî 24 saetan, cenazeyê Rehîm ji aliyê xelkê herêmê ve li nav avê hate dîtin û derxistin. Hêjayî gotinê ye ji serê salê ve, herî kêm 37 kolber û kasibkarên Kurd li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.