Kurt û Kurmancî bi dawî bû
În 11 Sibat 2022 - 22:12
- Festîvala Filmên Kurt û Kurmancî a li ser malpera sinemayakurdi.net bi rêve çû û niha bi dawî bû.
Festîvala Filmên Kurt û Kurmancî a li ser malpera sinemayakurdi.net bi rêve çû û niha bi dawî bû. Di nav mehekê de li filmên ji bo festîvalê hatibûn neqandin, li ser malperê hatin temaşekirin û filmên herî zêde deng girtin, xelat girtin.
Festîvalê li ser malpera sînemayakurdî.net daxuyaniyek kurt belav kir û filmên xelat girtin eşkere kirin. Festîvalê di daxuyaniya xwe de got, “Em ji bo temaşevan û filmçêkeran dibêjin, mala we ava ku we mehekê ev filmên kurt û kurmancî li hemû quncikên cîhanê belav kirin. Bi xêra we li her devera cîhanê xelkê berê xwe da van filmên kurt û bi mane.”
Di dawiya dengdayînê de filmên xelat girtine jî wiha ne;
- Xelata Sînemaya Amûdê
Êdî Bêyî Tirs-Ridwan Diharo (2017 deng girtin)
- Xelata Taha Karîmî
QWX-Nurullah Akcan (1949 deng girtin)
- Xelata Xelîl Dag
Hişê Zarok-Firat Yavuz (1714 deng girtin)
- Xelata Taybet ya Kurdîstanî
Li Malê-Xelîl Akgul (1358 deng girtin)
AMED