Weşanxaneya Nûbiharê ku van pêlên dawiyê gelek pirtûkên nû derxistin, Kurmanciya pirtûka bi navê “Xosrew û Şîrîn” a Nizamiyê Genceyî jî çap kir û belav kir.
Berhema ku heya niha li gelek zimanên din hatiye wergerandin ji hêla Nivîskar Perwîz Cîhanî ve li Kurmanciyê jî hatiye wergerandin.
Nizamiye Genceyî kî ye?
Nizamiyê Genceyî, tê texmînkirin ku di navbera salên 1140-1208an de jiyaye. Li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de dayîka xwe wek Kurd dide nasandin.
Nizamî, zanayê bi felsefeya Îslamî û Yewnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê Nizamiyê Genceyî û berhemên wî, bi cografyaya Îran û Rojhilata Navîn ve sînordar nemane û gihîştine çarhawêlê cîhanê. Di edebiyata Farsî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane û Nizamî yekemîn kes nîne; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kes negihîştiye payeya wî ya bilind. Hunerê vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve kar li ser hemû edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Li dû Nizamî, bi dehan kesî bi zimanê Farisî, Tirkî, Kurdî... xwastine wek wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negihîştiye toza şînbozê wî. Ji nava 5 pirtûkên Nizamî, Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn ji yên din bitesîrtir bûne. Ev her du pirtûk li gelek zimanan hatine wergerandin û bûne mijarên film û şanoyan. Gelek kes, çi bi şêweyê vegirtinê û çi jî bi şêweyê wergerandinê li ser van her du berheman xebitîne. Bi Kurdî jî, çi bi Kurmancî çi bi Goranî, gelek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî jê girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN