Kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt

Çarşem 11 Îlon 2024 - 00:11

Li gorî agahiyan, Berdevkê Polîsên Dihokê Hêmin Silêman bi daxuyaniyekê ragihand ku, derengiya şeva pêr li navenda Dihokê bavekî kurê xwe kuşt. Hat gotin ku piştî polîs gihiştine cihê bûyerê, kesê tometbar hatiye binçavkirin. Her wiha hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û sedemê bûyerê nayê zanîn. Li aliyê din li gor agahiyên bi dest ketine, kesê di bûyerê de hatiye kuştin, di nava hêzên PDK’ê de efser e.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.