Dayika rojnamevan Silêman Ehmed bang li PDK’ê kir ku kurê wî berdin û got:“Kurê min rojnamevane û bê sedem ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Dive Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bikeve nava tevgerê.”
Sultane destnîşan kir ku PDK 74 roj in nahêle ew bi kurê xwe re têkiliyê dane û got:“Kurê min zêdetirî 5 salan e karê rojnamevaniyê li bajarê Silêmaniyê dikir û girtina wî ya ji aliyê PDK’ê ve bê sedeme. Em banga berdana wî dikin.”
Sultane Ehmed dawiyê de carek din bang li PDK’ê kir ku rê bidin parêzer serdana Silêman bikin.
Doz birin UNAMI
Ji aliyekî din parêzerên rojnamevan Silêman Ehmed doza muwekîlê xwe birin UNAMI. Parêzer bi Seroka Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) Carolina Moreno re civiyan û li ser doza Silêman Ehmed gotûbêj kirin.
Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed têkildarî hevdîtina bi Seroka UNAMI re ji ajansa RojNewsê re axivî û diyar kir ku hevdîtinê zêdeyî saetekê ajot û hevdîtineke serkeftî li ser doza rojnamevan Silêman Ehmed hate kirin.
Di hevdîna parêzerên rojnamevan Silêman Ehmed û Berpirsa UNAMI Caroline Moreno, derbarê doza rojnamevan Silêman Ehmed de Caroline Moreno wiha gotiye:“Em ji nêzîk ve haydarî doza Silêman Ehmed in û bi rêya Komîteya Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Windahiyan em ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bikin ku cihê Silêman Ehmed eşkere bike û bihêle ku bi wî re hevdîtin bên kirin. Herwiha hemû mafên wî yên yasayî bên bicih anîn. Em ê girîngiyeke tam bidin vê mijarê û di zûtirîn dem de emê serdana Silêman Ehmed bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN