Kurdistanê encam diyar kir

Yekşem 14 Gulan 2023 - 18:12

Di hilbijartinê de li Kurdistanê û li bajarên serjimara Kurdan li wan zêde yên weke Stenbol, Izmîr û Mersînê yan nêzî ji sedî 90´ê hilbijêran dengê xwe da. Bi vî awayî Kurdistanê encam diyar kirin.

Li seranserê Kurdistanê û bajarên Kurd li wan zêde yên Tirkiyeyê hilbijarê li gorî hilbijartinên beirya niha, bêhtir çûn ser sindoqan. Li Tirkiyeyê destpêkê nêzî ji sedî 90´ê hilbijêran dengê xwe da. Li bajarên kurdistanê jî xelk ji sibehê heta 17:00´an çû dengê xwe bide û bi qasî ku xuya ye, rêjeya dengdanê ji hilbijartinên beriya niha zêdetir e. Bi vî rengî jî mirov dikare bibêje, Kurdistanê û dengên Kurdan encama hilbijartinê diyar kir.

Ji bo demokrasiyê ava bikin
Hevserok û hevberdevkên HDP, Partiya Çep a Kesk û CDK´ê jî doh zû çûn ser sindoqan û peyamên xwe jî piştî dengdayînê dan. Hevseroka HDP´ê Pervîn Buldan got, lazim e “ev pegala xerabiyê îro biçe.” 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Wanê raya xwe da got, “Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe.”
Pervîn Bûldan li sindoqa bi hejmara hezar û 106 a li Lîseya Cûmhûriyet a li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya Rêya Armûşê ya Wanê dengê xwe da. 
Pervîn Bûldanê li ber deriyê dibistanê got, “Em li bendê ne ku bi hilbijartinên îro êdî guherîn û veguherîn pêkan be, gel li benda vê ne. Kelecanek û hêviyeke mezin bi me hemûyan te heye. Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe. Ez ji dil û can bawer dikim ku em ê teqez bi ser kevin.”
 
Soza komareke demokratîk da
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî dengê xwe li Dibistana Seretayî ya li Taxa Gazî ya Stenbolê dengê xwe da. 
Ûçar, piştî dengdayînê li ber dibistanê got, “Demeke dirêj, me li Tirkiyeyê bê edaletî, xizanî, tundî û tiştên ji bo civakê nebaş em axivîn. Me sedsalek li pey xwe hişt. Em dixwazin ev hilbijartin bibe wesile ku pirsgirêkên heyî li meclisê bên çareserkirin. Em dixwazin bibe wesîleya destûreke bingehîn ku maf û hiqûqê diparêze. Bi heman awayî em dixwazin siyaseta demokratîk a pêdiviya vî welatî pê heyî were avakirin. Em soza komareke demokratîk didin. Ez dixwazim têkoşîna heqîqet û aştiyê ya Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê di sedsala nû de bibe wesileya serketinê.”
 
Sancar deng jî da û hişyar jî kir
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî ya Enqereyê dengê xwe da. Sancar, li gel hevjîna xwe Ceren Sancar û keçên xwe çû dibistanê û hilbijêran elaqeyeke mezin nîşan da. Sancar piştî dengdayînê li baxçeyê dibistanê daxuyaniyeke kin da: “Ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo cîhanê girîng in. Tirkiye dê bi vîna gel û hilbijartinê rê li ber rêveberiyeke otorîter bigire û bi vê yekê re jî ji bo welatên din bibe mînak. Xwedîderketina li sindoqan berpirsyariya me tevan e.” 

Destpêka heyameke nû
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz û siyasetvan Ahmet Turk li taxa Misûriyê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê dengên xwe dan. 
Ahmet Turk piştî dengê xwe da got: “Bila ev hilbijartin bibe destpêka heyameke nû.” 
Aydenîz jî piştî dengê xwe da, got, “Ez bi hêvî me, ev hilbijartin wê bibe destpêka heyameke ku edalet bi cih were, dayik negirîn û em ê siberojeke azad û aştî ji bo dayikan temîn bikin.” 
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.