Rêveberê giştî yê Elbphilarmonie û Laeszhalle yên li bajarê Elmanyayê Hamburgê, Christoph Lieben-Seutter da zanîn ku ew ê di sezona nû de qederê hezar çalakiyên piçûk û mezin organîze bikin.
Piştî pandemiyê, Elbphilarmonie û Laeszhalle hîna nû tên ser hemdê xwe. Ji bilî projeyên navdarên weke Jakub Hrůša, Bill Frisell, András Schiff und Rebecca Saunders, di kitêba bernameyê ya 150 rûpelî de Kurdistan-Festival a di Çiriyê Pêşîn ê 2023´yan de jî cihê xwe digire. Ji bo festîvalê rêveberê giştî yê Elbphilarmonie û Laeszhalle, Christoph Lieben-Seutter got, “Kurdistan mijareke ecêb mezin e, hem siyasî û hem dîrokî. Li vir gelek Kurd hene. Em behsa têkeleke bi tesîrên ji deverên Ereb, yên Tirk û Ermenî jî dikin.”
HAMBURG