• Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şanogerên Kurd lîstikên şanoyê derxistin ser dikê û lîstin. Mirov dikare bibêje şanogeran Rojava bi şanoyê xenî kir.

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şanogerên Kurd lîstikên şanoyê derxistin ser dikê û lîstin.

Mirov dikare bibêje şanogeran Kurdistan û nexasim jî Rojava bi şanoyê xenî kir. Di vê rojê de şanogerê Kurd Yekta Herekol jî hat bibîranîn.

Her wiha li Helebceyê jî “Festîvala Goran a Şanoyê” ku ev cara duyem e tê lidarxistin, destpê kir û ew 4 rojan dewam dike. 

Li Şehba û Girkê Legê Yekta hat bibîranîn

Bi boneya salvegera 18’an a şehadeta şehîd Yekta Herekol, Komîteya Şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Herêma Efrînê şano pêşkêş kir.

Şano bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hatin nîşandan.

Piştî deqeya rêzgirtin, şanoya “Wesiyeta Bav” hate nîşandan. Şano balê kişand ser hevgirtina birayan li hemberî komployên derve.

Her wiha sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şanoger ê şehîd Yekta Herekol hate nîşandan ku li hemberî siyasetên înkarkirina nasname û çanda kurdî li meydana Seedallah Cabirî ya Helebê agir berda bedena xwe.

Her wiha koma şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Cemîl Horo şanoya xwe ya “Mueleq” pêşkêş kir.

Li Qamişloyê ´Malbata tûyê´

Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê jî bi heman armancê li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê lîstikên şanoyê derxistin ser dikê.

Bi beşdarbûna bi sedan kesî şanoya “Malbata tûyê” hate nîşandan ku balê dibe ser bandora şer li ser civakê. Piştre jî gotinên derhênerê şanoyê Peter Sellers ên li ser girîngiya şanoyê û dîroka wê hatin parvekirin.

Piştî wê, şanoya yekemîn a Komîna Şanoyê “Malbata Tûyê” hate nîşandan. Nivîskarê şanoyê Stephen Orkini ye û derhêner Ednan Mistefa û Raperîn Hesen Kelkawî ne.

Li Dêrikê jî ‘Dayê çawa rizgar bû’

Bi dehan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, endamên navenda Dicle ya Çand û Huner beşdarî nîşandana şanoyê bûn. Şano ji aliyê koma Ava Mezin a girêdayî navenda Dîcle ve hate nîşandan.

Beriya şanoyê sînevizyonek derbarê jiyana şanogerê Kurd Yekta Herekol de hate nîşandan.

Piştre koma Ava Mezin şanoya ‘‘Dayê çawa rizgar bû” pêşkêş kir. Şano ji aliyê Elî Hisên Kerîm ve hatibû amadekirin û derhenêr Mihyedîn Sîbo ye.

Girkê Legê

Koma şanoyê ya Şehîd Hêvî, bi boneya bibîranîna şehîd û lîstikvanê şanoyê Yekta Herekol li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Girkê Legê şanoyek bi navê “Qaymeqamê Nû” pêşkêş kir. Derhênerê şanoyê Xelîl Tehlo, nivîsar Cewad Başkût û amadekar Welîd Omer in.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şanoger ê şehîd Yekta Herekol hate pêşkêşkirin.

Ronesansa çandî li Reqayê

Navenda çandê ya Reqayê şanoyek bi navê “Suheyl” a nivîskarê Iraqî Seid Hedabî pêşkêş kir. Lîstikvanê şanoyê Enes El- Ebadî û derhênerê wê Îbrahîm El- Xidir e.

Beriya destpêkirina şanoyê, hevserokê Komîteya Çandê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fîras Remedan, bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê axivî û bal bire ser ronesansa çandî li Reqayê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê.

Fîras Remedan pêşengên şanoya Sûriyê Memduh Edwan û Ebdulselam Ecîlî bi bîr anî û ev roj li şanoger, nivîskar, lîstikvan û derhênerên li seranserî cîhanê pîroz kir.

Piştre lîstikvanê şanoyê Enes El-Ebadî bi çend karakteran şano pêşkêş kir, di yekê ji lîstikên xwe de bal bire ser birayên pêxember Yûsif di hewldana têkbirina zalim û dijminên welêt de.

Festîvala şanoyê ya Goran

Li Helebce jî Festîvala Goran ya ji bo şanoyê pêr dest pê kir û wê bi giştî çar rojan dewam bike. Di roja destpêkê de parêzger, qeymeqam û rêveberên perwerdeya Helepce beşdarî festîvalê bûn, jin bi şanoya “Keçên Mûzexaneyê” tevlî bûn û her wiha xwendekar jî bi meşekê tevlî festîvalê bûn. Di festîfalê de wî di nava çar rojan de 21 şano li hola Dibistana Amadeyî ya Kîmyabaranê û Peymangeha Hunerên ciwan werin nîşandan.

Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Selim Mecîd got, “21 dibistanên amadeyî û seretayî wê tevlî festîvalê bibin û festîval wê 4 rojan dewam bike. Di van rojan de 21 şano wê werin nîşandan. Di nava pêvajoya xwendinê de li cîhanê şanoyê rolek girîng heye. Lê, li Herêma Kurdistanê nekarî vê gavê biavêje û diçe navendên xwendinê, weke waneyekê were xwendin. Şano weke çareseriya derûnî ye. Hêza wê heye, pirsgirêkên derdikevin pêşiya zarokan çareser dike. Bi rêya şanoyê mirov dikare pêvajoya xwendinê hemûyî bi hêsanî bi xwendekaran bide fêhmkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN