Kurdîniya azad ji dewletê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 10 Tîrmeh 2021 - 05:33

  • Mela Elî Spêrtî: Em ne xwendevanê dagirker û dewletan bûn, em weke xwendevanên şoreşger bûn û me bi dîwana Ehmedê Xanî û berhemên din xwendiye. Rêber Apo ji bo min got, divê hûn ola rast ji gelê me re bêjîn.

ÎDRÎS KARA/MEXMÛR

 

Dewletên dagirker ti carî nexwestine Kurd rastiya wêje, ziman, ol û zanista rast fêr bibin. Ti carî nehiştine Kurd bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û rastiya ol bizanin. Jixwe, bi sedan sal e, dagirker di bin navê Îslamiyet û quranê de Kurdan dixapînin, hertim ol berevajî fêrî Kurdan kirine. Yên ku xwestine vê rastiyê derxin holê jî, ji holê hatine rakirin, yan jî çavkaniyên wan hatine tinekirin. Mamoste Elî Hesin Elî ê weke Mela Elî Spêrtî tê naskirin, hem li ser ol û hem jî li ser zanista wêjeya Kurdî kar dike. Gelek berhemên Mela Elî niha ji bo çapê amade ne. Mamoste Mela Elî Spêrtî, li ser girîngiya wêjeya Kurdî, rastiya ol, Quran, mewlûd û berhemên xwe yên din axivî.

Ol û ziman

Mela Elî destpêkê diyar kir ku ew bi zanista ol û wêjeya Kurdî ve xerîk e, û dibêje, "Di dewrê feqetiya xwe de em ne xwendevanê dagirker û dewletan bûn. Em weke xwendevanên şoreşger bûn, me bi dîwana Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û berhemên din xwendiye. Di 12 saliya xwe de ango di sala 1960’î de min dest bi feqetiyê kir. Wê demê em bi zimanê Kurdî re xerîk bûn, du pîşeyên min ên sereke hene, yek ol ya din jî ziman e."

Me berhemên xwe arşîv nedikirin

Ew heyfa xwe pê têne ku hingê wî bîr nebiriye berheman arşîv bike: "Me wê demê n dizanî em ê rojekê muhtacê vî zimanî û vê olê bibin. Piştî ku partiyên Kurdan derketin, em jî weke ciwan ketin nava siyasetê û piştre em penaber bûn. Lê me karê xwe bi nivîskî nedikir, me weke arşîv jî ranedikir. Heta sala 1992’yan me tiştek arşîv nekir, piştre em pê hesan ku pêwîstî bi arşîvê heye." 

Destpêka Hereketa Îslamî

Mamoste Mela Elî dide zanîn ku sala 1993’yan bi pêşniyaza Rêber Abdullah Ocalan, li Zelê, Tevgera Îslamî hatiye damezrandin û wiha dipeyive: “Ez yek ji damezirînerê Tevgera Îslamî bûm, Rêber Apo got, divê ev sazî bi ti rêxistin, herêm û kesan ve ne girêdayî be. Piştî wê ez ji Zaxo çûm Îranê, li Mexmûrê jî mam demekê çûm Suriyeyê. Ji xwe ez niha li Başûr im û berê jî li Bakurê Kurdistanê bûm. Min xwest ez zimanê her çar parçeyên Kurdistanê bizanim."

Rêber Apo: Dînê rast fêrî gel bikin

Dewra Rêber Abdullah Ocalan li ser Mamoste Elî Spêrtî gelek e: "Sala 1995’an ez çûm gel Rêber Apo, li wir Rêber Ocalan ji min re got, divê hûn ola rast ji gelê min re bêjin. Rêber Apo got, medreseyên kevin nû bikin, medreseya niha jî bi pêşniyaza Rêber Apo hatiye vekirin. Rêber Ocalan got, Dewra Seadetê çi be, PKK ya me ya îro jî ew e. Yanî Dewra Seadetê ji dewra pêxember heya Îmamê Elî, yanî dema Îmamê Elî Şehîd bûyî. Rêber Apo diyar kir ku divê Îslama rast wenda nebe û em wê ji civakê re bêjin. Heya niha jî em dibêjin, lê girîngiyê pê nadin. Têkoşîn hîna jî dewam dike, erê em biçûk in, cihê me biçûk e, lê têkoşîn mezin e. Em li hemberî împeryalîzm, kevneperestî û dagirkeriyê têdikoşin. Ya herî zehmet a civakî û têkoşîna li hemberî kevneperestiyê ye. Em niha gelek rastiyan dibêjin, em dibêjin xweda ev rastî gotiye, lê dibêjin bav û kalên me wisan gotine."

Em wenda bûne, kes li halê me napirse

Mela Elî ji ber ku girîngî bi wêjeya Kurdî nayê dayîn bi gazin e: "Em wenda bûne, kes pirsa halê me nake. Bawer bikin niha van pirtûkên min bibin Stenbolê û navekî din li ser bidin, wê bihezaran werin çapkirin. Navekî biyanî li ser pirtûkan danin, bawer bikin wê her kes reklama wan bike. Lê ji ber ku em penaber in û Mexmûrî ne, kes li me xwedî dernakeve.

Divê girîngiyê bidin rewşenbîr û zanistê, pêwîst e Kurd destpêkê qîmetê bidin xwe. Ji ber ku di nava Kurdan de, kurdîtiyeke neteweyî nîne, her kes li gorî partiya xwe kurdîtiyê dike. Ji bo vê, kes lê xwedî dernakeve."

Tenê li Mexmûrê çêbûye

Mela Elî Spêrtî îşaret bi tekanebûna nimûneya Mexmûrê jî dike û dibêje: "Di dinyayê de ev tişt çênebûye, li ti cihî zimanê Kurdî, çanda Kurdî û mejiyê Kurdî bêyî ku bandora dagirkeran hebe, çênebûye. Vê yekê tenê li wargeha Mexmûrê dest pê kiriye. Li wargeha Mexmûrê mejiyê Kurdiniyê heye û hemû berhemên xwe bi mejiyê kurdîniyê çêdikin. Em li hemberî çand û toreya dagirkeran rabûne û me zimanê xwe çêkiriye."

Li ser çapnekirina berhemên xwe yên wî bi xwe amade kirine jî ew gazinan dike û dibêje, "Me hemû berhemên xwe yên bi Kurdî, bi mejiyê kurdiniyê çêkiriye. Lê kes nabêje ez biçim rastiya Mexmûrê bizanim. Zimanê Kurdî zimanekî xwezayî ye, zimanê min jî xwezayî ye. Piştî mirina min, wê berhemên min werin çapkirin! Heya ez sax bim çênakin, min ji bo gel kiriye."

Mamoste Elî Hesin Elî (Mele Elî Spêrtî)

Sala 1949’an ji malbateke koçer re li herêma Şirnexê li cihê bi navê Xawarê Mîr ji dayik bûye. Ji salên heftêyî û pê ve dest bi xwendina Quranê kir. Pişte re xwendina xwe li medreseyan dewam kir. Li Şirnex, Silopiya, Amed, Cizîra Botanê li medresê xwendiye. Ew dibêje: "Ji temenê 12 salî û şûn de ez bûme xwemxwarê zimanê Kurdî. Ez li gelek cih û waran li her çar parçeyên Kurdistanê geriyame û min lêkolîn û lêgerîn li ser ziman, rêziman û wêjeya Kurdî kiriye. Zimanê min ê Kurdî zimanê gelî û newalên Kurdistanê ye. Min 26 salan li panabertiyê mamostetiya zimanê Kurdî kiriye. Ez niha kedar [teqawît] bûme." 

 

13 kitêbên ji çapê re amade

Berhemên Mela Elî yên ji bo çapê amade ev in:
* Ferhenga Kurdî Kurdî 
* Rêzimana Kurdî
* Wêjeya Gel
* Wêjenasî 
* Mamik
* Bi zarê xwe quranê bixwîne: Wergera Quranê û maneya wê.
* Jînnameya Mihemed, ji dayîkbûna wî heya mirina wî.
* Jidayîkbûna Mihemed (Mewlûd)
* Tedarîka miriyan 
* Çend durek ji genciniya Rêber Apo.
* Navname, navê zarokan. 
* Dengê penaber (helbest) 
* Bêriya welat. 
Berhemên di destê mamoste Mela Elî Spêrtî de û niha tên amadekirin jî ev in:
* Raz û derxwezayên quranê, mucîze û sirên quranê. 
* Çîvanok
* Metelok
* Wêjeya çanda gel

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.