Di hevdîtinên budceyê yên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de bi hinceta ku li dijî Destûra Bingehîn a dewleta Tirk e, pêşniyaznameya HDP'ê ya ji bo "zimanê dayikê" hat redkirin.
Di hevdîtinên budceyê yên li Komîsyona Plan û Budceyê de li ser budceya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirk (MEB) û Saziya Hîndekariya Bilind (YOK) hevdîtin hatin kirin. Di hevdîtinan de li ser polîtîkayên ziman ên desthilata AKP-MHP'ê, di navbera parlamenterên HDP'ê û AKP'ê de nîqaşên tund hatin kirin.
Piştî hevdîtinan pêvajoya dengdayîna ji bo pêşniyazqanûnê dest pê kir. HDP'ê jî ji bo budceyê 4 pêşniyaz kirin. Yek ji van pêşniyaznameya "zimanê dayikê" bû. Pêşniyaznameya "zimanê dayikê" bi hinceta ku li dijî xala 42'yan a Destûra Bingehîn e, nekete dengdanê jî. Her sê pêşniyazên din jî bi dengê parlamenterên AKP-MHP'ê hatin redkirin.
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan li dijî redkirina pêşniyaznameya wan a "zimanê dayikê got" got, ev budceyeke di xizmeta tekparêziyê de ye.
ENQERE