Kurdî ji bo wî işq e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 30 Çile 2023 - 00:02

Hin mînakên ku di nava 10 salên Şoreşa 19’ê Tîrmehê de hatine dîtin, nirxandina “Şoreşa gelan û wekheviyê” careke din piştrast dike, radixe ber çavan. Yek ji van mînakan jî malbata Deebûl a ji gundê Erîha yê bajarê Idlibê yê li Bakûrê Suriyeyê ye.

Malbat di 1947`an de ji bo ku debara xwe bike hatiye Qamişloyê û bi rêbaza kirêkirina zeviyan çandinî kiriye. Malbata Deebûl li gundê Kibêba yê rojavayê Qamişloyê bi cih bûne, bi Kurdan re peywendiyeke xurt ava kiriye. 

Dema ku di 19`ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava şoreşê dest pê kir, ji bo malbata Deebûl jî pêvajoyek nû dest pê kiriye. Ji malbatê Ehmed Ebdulselam Deebul ku niha 53 salî ye, bi şoreşê re tevlî nava refên YPG’ê bûye.

Wexta ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an êrişî gundê wan kirin, mal û milkên malbata Deebul jî talan dikin. Wê demê Ehmed Deebûl tevî malbata xwe diçe taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê, lê hîn zêdetir bi şoreşê ve hatine girêdan û tevlî xebatan bûne. 

 

Di şoreşê de 4 şervan 3 şehîd

Piştî tevlîbûna Ehmed Ebdulselam a nava refên YPG’ê, birayên wî Elaa Deebûl, Ebdulxenî Deebûl û Ebdullah Deebûl jî li pey hev tevlî YPG’ê bûne. Her wiha biraziyên Ehmed, Ehmed Ebdullah Deebûl (Rojava), Hadî Ebdulxenî Deebûl (Rûbar) û Yasîn Farûq Deebûl (Ceger) tevlî YPG’ê bûne.

Herçar şervanên YPG’ê yên ji malbata Deebul, di pirraniya hemleyên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de cihê xwe girtine. Di van hemle û berxwedanan de Ehmed Ebdullah Deebûl (Rojava) sala 2015`an li gundê Şelal ê navçeya Holê, Hadî Ebdulxenî Deebûl (Rûbar Qamişlo) sala 2016`an li Şedadê û Yasîn Farûq Deebûl (Ismaîl Qamişlo) jî sala 2019`an li Dêrazorê şehîd bûn.

Ehmed Deebûl tevlî pirraniya hemleyên rizgarkirina herêmê û berxwedana li dijî êrişên komên çeteyan bûye. Ew dibêje, ji bilî hemleya rizgarkirina Baxozê, ew tevlî gelek hemleyan bûye. Di dema rizgarkirina Reqayê de ji milê xwe yê rastê û li Şedadê jî ji lingê xwe yê çepê birîndar bûye.

Ehmed Ebdulselam Deebûl, weke Kurdekî bi zimanê Kurdî jî diaxive, li gel hevjîn û 13 zarokên xwe li bajarê Qamişlo dimîne. Li aliyê din şervantiya YPG’ê didomîne. Ew gelekî ji Kurdan hez dike û dibêje “Kurd û Kurdî ji bo min eşq e”.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.